24 Kasım 2012 Cumartesi

Xemgîn Kurdaxî-Êvara te bixêr xanim


Êvara te bixêr xanim

Êvara te bixêr xanim
Çawaye tu bêje canim
Serî hilde bi qurbanim
Ji bû te her dilûvanim
Êvara te bixêr xanim
Tu Perwîne zanim xanim
Tu şêrîne ez dizanim
Memim ez tu Zîne xanim
Li nek te îro nîvanim
Êvara te bixêr xanim
Dikim gazî pir dikalim
Des evîna te bê halim
Bê dostim tew bê hevalim
Wekî bilbil ez dinalim
Êvara te bixêr xanim
Digel min tu bibe heval
Ey nazika şox û şepal
Dilê min jibû te dinal
Bide min yek ava zelal
Êvara te bixêr xanim
Heleb – 1981

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder