23 Kasım 2012 Cuma

Hecî Qadirê Koyî (1815-1897)



Hecî Qadirê Koyî (1815-1897)

Piştî Ehmedê Xanî (1651-1706) yek ji şaîrên me yên millî Hacî Qadirî Koyî ye. Ew di 1815an de, li Kurdistana Îraqê, nêzî bajarê Koyeyê, li gundê Gorqerecê hatîye dunyayê. Navê bavê wî Mela Ehmedê Mela Salihê Mela Ehmedê Gewre ye. Navê diya wî jî Fatê ye. Hacî Qadir derheqê dê û bavê xwe de di helbesteke xwe de weha dibêje:

Bawkim Ehmed bû nawî fikrim dê,
Xelqî ladê bû, daykî min Fatê.
(Bavê min Ahmed bû navê wî, tê bîra min
Xelkê gunda bû diya min Fatê.)


Hacî Qadir hê biçûk e bavê wî dimire. Diya wî, wî dide ber destê Mela Ehmedê Gunbetî daku bixwîne. Lê Hacî Qadir dibe neh salî diya wî jî dimire. Mela Ehmed, Hacî Qadir digre cem xwe wî dide xwendin. Paşê Hacî Qadir diçe bajarê Koyê, li wir dixwîne. Pistre wek mela li Koy, Xoşnav, Serdest, Mehabad, Kerkuk, Silêmanî, Hewlêr û gelek bajarên Kurdistanê digere, dixwîne û melatîyê dike.


Piştî salên 1850î Hacî Qadir ji Kurdistanê derdikeve, diçe Îstenbolê. Li Îstenbolê danustendinên wî bi gelek kurdan re çêdibe. Bi taybetî pistî ku malbata Bedirxaniyan dinase, Mîr Bedirxan wî wek mamoste ji bo zarokên xwe digre. Hacî Qadir piştî ku dibe mamostê zarokên Mîr Bedirxan, ew bêtir fêrî pirsa kurdî dibe. Çi li Îstenbolê be, çi xususî li mala Mîr Bedirxan be, gelek tiştên nû yên derheqê kurdan de fêr dibe. Wek nimûne, cara pêşî Mem û Zîn a Ehmedê Xanî li mala Mîr Bedirxan dibîne, wê dixwîne, felsefa Ehmedê Xanî fêm dike. Û ev felsefa Ehmedê Xanî ya millî tesîrê li wî jî dike ku di helbesteke xwe de weha dibêje: (Wî ev helbesta xwe li ser kitêba Ehmedê Xanî bi destnivîsa xwe nivîsiye.)
".........
Eman qedrî bizane em kitêbe le dunya êstakey hemtay nemawe
Le eyyamî heyatî Şêxî Xanî le ser nusxey xetî ew nusrawe
Le lay erbabî xoy bo qedr û qîmet xezîney gewhere w kîse diraw e
Le mecmûî duwel; Soran û Botan le sayey em kitêbe nasirawe
Le Kurdan xeyrî Hacî w Şêxî Xanî esasî nezmî kurdî danenawe."

Dîsa di helbesteke xwe de ji bo kurdan weha dibêje:

Ta rêk nekewin qebîlî ekrad
Her wa dibine xerabe abad!
Enwa'î mîlel le gewre ta çûk
Xemilîwe memalîkî wekû bûk
Yek berg in û yek zuban û yek reng
Bê xeybet û xeyb û 'ar û bê deng.

Hacî Qadirî Koyî ji hin helbestên wî xuya dike ku nezewicîye. Di vî warî de di helbesteke xwe de weha dibêje:

Her min im êsta warisî Îsa
Bê kur û mal û bê jin û mewa.

Lê ji bo Hacî Qadir kur û mal û jin, welatê wî, milletê wî û bi taybetî helbestên wî ne. Dîsa di rêzekê de ji bo vê yekê jî weha dibêje:


Ewî şaîr nebê koreocaxî
Le sayey şîîrekan babî kuran im".

Hacî Qadirê Koyî di 1897an de li Îstenbolê wefat dike. Tirba wî jî dîsa li Îstenbolê li Goristana Karaca Ahmed

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder