23 Kasım 2012 Cuma

Cegerxwin-DILGIRTINA KORA

DILGIRTINA KORA

Kor bû Mihemed Heso
Dil ket Helîma Reso
Dema dighane cem hev
Roj li cem wan dibû shev
Dest dibir ser miwê wê
Diçû çav û riwê wê
Hevdî dikirne hembêz
Dev û rû tev dibûn mêz
Lashê wan tev dihejî
Dil ji evînê tijî
Pêjinker bûn bi guhê xwe
Zû diguhaztin cihê xwe
Mihemed qalûnkêsh bû
Herdem qalûn li pêsh bû
Wî xwesh dikshand bi kush-kush
Dixan li ser dibû mij
Med go: Mihemed Heso
Dil ket Helîma Reso ...
Wî nasnedkir navê me
Dijûn didan bavê me
Dar tavête nigê me
Carna diket zikê me
Xort û qîz bûn lê ciwan
Em zaro bûn, pir nezan
Med go: çima roj û shev
Ev herdû kor dighên hev ?
Evîna wan xwesh û rind
Bûbû çîrok li nav gund
Herkes bi wan dikenî
Lê, ne raste, ez benî,
Kor jî weke me mirov
Heta weke hirç û hov
Xwedî dil û tijî vîn
Ew jî dilbijên evîn
Evîn timî wek are
Lê ya koran dijware
Kor bi koran tim kedî
Bê fehêt û bê fedî
Hevdî digrin, bernadin
Kes nabênin, azadin
Ne sherm heye, ne fedî
Karê wan zû naqedî
Hevdî digrin, digvêshin
Weke mêsh û derwêshin
Li nav bexçe dimênin
Korin, kesî nabênin
Dixwaz in b**** yek lash
Zû xwe ji hev nadin pash
Bi dil herdû dibin yek
Meger di kincan de tek
Ewin di wan de xurte
Na, ez shashim, pir sirte
Dil bi ronî wek rojin
Rojê bi dil disojin
Ne bi mal û can û zêr
Herdû ji hev nabin têr
Ew jî wek me mirovin
Bi dilgirtin wek hovin
Wek dibêjî Cigerxwîn :
Cihan mishte ji evîn.




Cegerxwin

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder