20 Kasım 2012 Salı

OSMAN SABRİ-BAHOZ


BAHOZ




Wa ha!



Va ye hat ba!



Hu...v...



Hu...v...



Geh bayê reş,



Geh bayê kur,



Çiya.



Newal,



Zimag



Bi hev re yek deng



Dikin gure gur



Du bayên sar



Radihêjînin



Giya û dar.



Hu...v...



Hu...v...



Yek ewran dicivîn



Ê din ji hev direvin,



Dikin þer



Bi awir.



Yek bûye Hurmiz



Rûgeş û li ken.



Ê din bêmirês



Wekî Ehreman.



Li rûyê erdê,



Di nava ezmên



Ewrên reş



Ewrên gewr,



Rast û çep



Diçin tên



Herdu bayên ha,



Bi xurtî û şîn



Hevdî kol dikin



Wek du dêvên dîn



Herdu ba,



Bi vî halê ha,



Dikin şer,



Dikin ceng.



Dinya ser û bin,



Hawîr bûye deng,



Guvvîn!..



Gujjîn!..



Gurmîn!..



Diheje cîhan,



Diheje zemîn.



Bayê kur,



Ji bakur,



Bi leşkerekî xurt,



Bi leşkerekî gurr,



Bi pêlan,



Bi kilan,



Dajo ser neyar,



Wekî gurê har



Da ku bi derxe



Di nav cih û war.



Dikin şer,



Dikin ceng.



Gujjîn!..



Guvvîn!..



Gurmîn!..



Ji her alî deng.



Ji her alî şîn



Holê bi xurtî



Bi zirt û halan



Ew rûyê erdê



Her dikin talan.



şopa wan xopan,



şopa wan bi xwîn.



şûna tajangan



Tev dibe birîn.



Tertilî Hurmiz



Ji ber Ehreman;



Derket ji qadê



Hê jî rû li ken.



Sist bû bayê reş



Derket ji meydan.



Bayê kur bi zor



Himbêz kir cîhan,



Bakur



Wergirî



Holê bû Bahoz.



Cîhan



Seranser



Bû dûman û toz.



Dinya ma li ber



Dêwê har û reş



Kambaxker e ew



Mêrkuj û keleş



Ji bo demekê



Cîhan ma bi wî.



Dibûne Xwedê.



Di nav wî cî.



Xudakî bêvac,



Xudakî cebbar,



Karê wî kambax,



Gelek zînatkar.



Heyhat!



Heyhat!



Vî bayê bêbav,



Cerg û hinav pat,



Bahoz,



Bê doz.



Wekî Ruhistîn



Bi ser me de hat.



Bahoz!



Bahoz!



Rûyê erdê tev,



Bû dûman û toz.



Stûn bi stûn



Gihan ber ezman



Ricifîn û lerizîn.



Gihaşte cîhan



Boblat,



Boblat...



Ev çi bela bû



Bi ser me de hat?



Çiya û zimag,



Rêl û gov û şag,



Avahî, xirbe,



Bajar, qesebe,



Dar û ber, giya,



Zinar û qefa,



Tev bi hikmê ba



Dilerizin,



Dihezin,



Diricifin,



Ji tirsa;



Ji ber ba.



Çi erd û çiya,



Çi av û derya,



Ji ber hingên bê



Dikevin tayê.



Daran hil dike,



Qefan gêr dike,



Xanî têne xwar,



Dibin tar û mar.



Li rûyê erdê



Meriv tinawir



Geştî di derya,



Li jor balafir.



Rê li ber tevan



Winda bûye her



Hin dibin tine,



Hinek jê sêser.



Hewar!



Eman!



Ji her alî tê.



Deng ji xweyî can



Bi şîn û girîn



Feryad û fîxan



Nizanin biçin kû



Dehbe û insan!



Bahoz!



Bahoz!



Cîhan reş, tarî



Tev dûman û toz



Rêzana dinê



Li hev xist yek car



Derya li hev ket.



Çiya hatin xwar.



Ev dema hindik



Gelekî dirêj



Hemî şewişîn



Bûne mest û gêj.



Deverû ketin,



Nema kes rabû,



Ezman wergerî



Bi ser me va bû,



Cîhan ser û bin



Li jêr û jor,



Tev de bûn xopan



Welat û sînor.



Hemî sernexun.



Çi xurt û Çi jar,



Li rastekê man



Dewlemend, zîvar.



Ji min ku nema



Kesek di cîhan



Ser rûyê zemîn



Tev bû goristan.



Hînga,



Hê tê ba;



Bakî bê eman



Her dike wêran.



Ji niş bi derket



Peyakî reşkal,



Li serî koloz,



Bi şapik û şal.



Hilmiştî, sivik



Û çalak û şeng,



Him bi zend û bend



Xweşmêr û çeleng



Rûgeş û xwîngerm



Gelek sergiran,



Sergevaz û xurt,



Fêris û hozan,



Bi semt û suhun,



Xurtî û tewat,



Berê xwe dida



Navçeya welat.



Wek Rustem,



Wek Guhderz,



Bê telaş û bez,



Bi vîn,



Bi şîn.



Di nav kûntarên



Zagros dimeşin.



Berê wî li jor.



Bawermend û xurt



Alek kesk û sor



Bi destê xwe girt.



Ne toz û dûman,



Ne ba û bandef



Nikarin badin



Berî ji hedef.



Bê tirs û perwa,



Bi dilekî geş



Berê xwe dabû



Bahozê keleş.



Welê cû gazê,



Bi ketin û west



Ala kesk û sor



Li darekî best



Berê



Bi awir



Berî da cîhan.



Dema



Ku wî dît



Hemî perîşan...



Dilê xwe êşand



Wî li ser beşer



Digot: Ji bo çi



Bûn hevalê şer?



Dema ku şer tê



Tev de direvin



Hole deverû



Nexûn dikevin.



Mixabin!



Çi kirêt!



Serî datînin



Bê şerm û fihêt...



Ew bayê mêrkuj,



Bahozê xwînxwar



Ku cîhan hemî



Dikir tar û mar,



Li pêş suhna wî,



Reşkalê rûgeş,



Paşpê direvin



Ew dêwê keleş.



Mandî xuya bû



Gelek, Ehreman.



Hurmiz ajot ser



Hê jî rû li ken



Piştî ku revand



Wî sînga bahoz



Cîhan vala bû



Ji dûman û toz



Darê xwe hilda



Bi ala rengîn



Sînorê welêt



Ji nû ve danîn.



Pistî ku revî



Ew dêwê keleş



Zîvirî meydan



Dîse bayê reş.



Lê vê car bi ten



Xebata xwe kir.



Hilma du derya



Û erdê rakir



Li rûyê ezmên



Wî ewr civand



Çi reş û çi gewr



Li hev gerandin,



Berê



Pir sivik



Dibarî xunav



Paşê



Girankir



Daxist tav bi tav



Çendakî welê



Rûyê erdê şûşt



Qirêj û gemar



Nehişt tev de mişt.



Ewrên di ezmên



Ava xwe rijand



Rûyê cîhanê



Yekerû divejand.



Kulîlk û giya,



Rêl û dar û ber



Tev serî hildan



şîn bûn seranser.



Hînga



Di cîhan



Neman pîs.



Tev delal û rind.



Wêran,



Xopan



Ava bûn



Çi bajar û gund,



Qeliya tovê



şerxwazên teres.



Neman ew dûpişk,



Mirin ew nakes.



Piştî mirar bû



Ehremanê mar.



şewitî di nav



Potên kolîdar.



Rabûn,



Dilgeş,



Yekdest



Karker û cotkar,



Kolan



Gorek



Pir kûr



Ji bo kolîdar.



Jê re



Danîn



Kêlek



Mezin û giran



Li ser



Nivîsîn:



"Li vir



Radizê şeytan."



Dinya bi xweşî



Ji nû ava bû.



Zîvar, cewêlek



Dilgeş û şa bû.



Rêzan, şêwrewî



Tev aşîtîxwaz



Di nav wan neman



Birçî belengaz.



Cîhan,



Ji nû ve



Holê bû buhuşt.



Delal û şêrîn



Vê car



Dikarin



Reş û gewr,



Sor û zer



Bi hev re bijîn.



Bijîn



Bi xweşî,



Bi rûmet



Bi şadî û ken!



Hurmiz



Bû serdest



Her û her



Li ser Ehremen.



Osman Sebrî


Hiç yorum yok:

Yorum Gönder