28 Mart 2014 Cuma

Feqiyê Teyran-Axîna Te Nalîna Min

Axîna te nalîna min

Axîna te nalîna min
Erdû asîman pir şîn e
Gulê ez canê te karvan
Mame wek kalek hilhile
Ez digerim li vê dinê
Sebra dilê xwe nabînim
Ka delala min bidin min
Min bi tiştan nexapînin
Geh dikevim geh radibim
Ez pêşiya xwe nabînim
Dil birîn e dil axîn e
Bidin roniya çavên min
Bidin roniya çavên min
Gelo çima hun serdest in
Em bindest in li vê dinê
Ez digerim li vê dinê
Sebra dilê xwe nabînim
Ka delala min bidin min
Min bi tiştan nexapînin
Geh dikevim geh radibim
Ez pêşiya xwe nabînim
Dil birîn e dil axîn e
Bidin roniya çavên min
Bidin roniya çavên min

Ehmet Huseyni-Amûdê



Her sibe
me gulên te yên zikmakî
me rêçên evînê û dilpakî
bi xunava bêrîkirinê diparast,
dergehên bi navnîşanên şînê
di axîna te de
peşkên barana sersar û dîn,
û me xewrevîn bi ebrûyên hêviya stewr dialast
em çûn xwê... dara tûyê di tozê de ma,
em di sînga te de ji girî lal bûn
lê tu mayî, zengil
û temaşevana dilrast
.

Dikana Beko-XATİRÊ TE DAYÊ

XATİRÊ TE DAYÊ

Çawa îro “ Xatirê te dibêjim!”
Ma ez rêwi me dayê?
Ecêbek hate serê min gelo?
Çima ji te, ji van rengan,
ji vê malê vediqetim?
Dibe ku ez dîn û cunî bûme dayê?
An ji sirûşta jîyanê ye ev?

Xatirê te dayê,
Ez diçim!...-
Dibe ku germayîya singê te,
stran û henekên bavê min
min tenê nehêlin,
nerehet bikin di şevên rengîn
li maleke din.

Xatirê te dayê!
Evqas sal û zeman
ser û bin dibin,
ewqas xeyalên pirbask,
dibe ku wunda bibin,
û reş tarîyan li dewsa xwe bihêlin?
Dibe ku keskesorê ezmana
qet nebînim,
an jî hin xweşiktir û bedewtir bibe!
Birûyên qor,
çavên jîyan tijî,
bijangên te dibe ku
tenê bêne xewnên min
û mina tîrên hevalên bêbext
li ser dilê minê nazik kevin nişkêva
an ji wek hesreta welat hêdi hêdi
bihêwêrin nav canê min...

De xatirê we!.......
Dikana Beko

Oy Hewar- Ahmed Arif

Oy Hewar- Ahmed Arif

Oy Hewar

Tu di nava şewatan,

Dahfikên qehpe,

Aşîtên tirsê,

Laserên nêmê, dirîndeyên birçî,

Û kêrên avjehr de yî.

Bi canêk, bi serê xwe mayiyî wey wey!

Bêçek, bêstar, tezî

Bi canek, yek jî bi serê xwe

Di dema berbangê de leylim-leylim

Tu di neynika nîşangehên celadan de yî.

Oy min ji te hezkiriye…




Ji Uskudarê vir de welatê kê ye lo!

Ê canê min…

Li çiyayê Çîçekê xela û kokbirî,

Gul nabişkive û tahlêk naweşe.

Mûnzûr a bêmedet xiverên xwe

Bi zinarên kevirhestan

Li firehiya eniya min dixe.

Ava Şahmûradê xwîn diherike

Û ez helbestvanim.




Karkerê namûsê me yanê

Karkerê dil.

Bêtirs, bêbazarî, têr paqij

Ne awirek bi mirûz

Resmê te bikşînim,

Ne bayek bêkewdan

Misra birijînim.

Oy min ji te hezkiriye…




Û tu hîn gavek berê,

Sal jî derbaz bibe gavek berê,

Mîna bistiya hatiye mişarkirin, ji te dûr ketibûm,

Sedema emrê min, hosteya min, dergîstiya min,

Birîna te di kûr da çûyî,

Fitîl nagre, dizanim,

Le hesab di çiyan de ye,

Hêvî, bi çiyan.




Bifikirî, nigekî me di çaxa fezayê,

Ê din di çarixa xam û gorê rîs de bi jî

Bifikirî, dibitî(îhtimalî), fîziga atomê,

Û evîna bêeman a ku em kirine em,

Her dû dem avitiye kendalekî

Ji bo zarok û gulen sibê

Ji bo pûrt û zîwanên her yekî

Bibiryar,

Resta wan dîtiye,

Pîn lê xistiye,

Ê canê min,

Tu jî bidomîne.




Oy hewar!

Bi eşqa Mihemed û Îsa,

Bi eşqa razeka tû li ser radiza,

Deey, çiya dihêrifîne gurzê Ferhad!

Hêla min a vala alava xinçerê

Û li zûla min, di nav xwîn-xûdan ê de, asî,

Bibijêm erê, diqetîne hevsarê xwe

Biraye gula heftber dilxwaziyekiye

Oy min ji te hezkiriye…



Helbest - Ahmed Arif
Wergerandin: J. ALPÎRANÎ

24 Kasım 2012 Cumartesi

Ehmedê Huseynî:ÇEM,Ne ez bûm,BIRAYÊ MIN BAVÊ CIWAN,,HEY DARA TÛYÊ


Ehmedê Huseynî: Ne ez bûm!

ÇEM..

Çemê Amûdê yê ku aniha zuha ye,  ji dilê min diherikî..
Rondikên dayika min ên ku bi qasî êşa Kurdistanê dibariyan,
Aniha li qublenameya pêximberekî dilsoj digerin…
Min guliyên bindestiya te vedihûnan,
Min teşiyê keservedana te vedirêsa,
Min ji te re digot tu ji hemî welatan xweşiktir î..
Min sîtava te li hemî penaberan,
Li hemî cinaweran,
Li hemî şevbideran belav dikir,
Û min hemî kavilên xewna te di hestên xwe de dihêwirandin..
Em bi hev re di velerzînê de mezin dibûn,
Ez û tu û çem û dayik û komkujiyên bênav..
Esmanan li me dinêrî,
Dilê te bi min dişewitî,
Dilê te ji yê esmanan naziktir bû DAYÊ!!


NE EZ BÛM..

Yê ku carekê ji caran
Ji te re gotibû ji te hez dikim, ne ez bûm,
Cêwiyê min ê eşqê, Feqiyê Teyran bû…
Yê ku carekê ji caran,
Dixwest di zindana çavê te de bemire, ne ez bûm,
Hevrêyê êşa min Memê Alan bû...
Û yê ku carekê ji caran
Li ber pencereya dilê te agir bi xwe xist, ne ez bûm,
Cizîriyê bavê min, dilê Selmayê û dinê Botan bû..

BIRAYÊ MIN BAVÊ CIWAN..

Beriya salekê,
Wek îro bû, 03. 08. 2011,
Li elmanyayê, li nexweşxaneya Solinginê,
Li qata jêrîn,
Min xwe davêt bextê te,
Min ji te re digot zû ye zûûû, neçe!
Min bi tenê li pey xwe di nav diranên jiyanê de nehêle!
Min ji boyî te hemî miriyên pirtûka xwe ji bîr kirin,
 
Min hemî çirayên dilê xwe vemirandin,
Min hemî hîvên xewna xwe bi bêzariyê nixumandin,
Lê tu di himbêza min a kuştî de,
Lêborîna xwe ji bêrîkirina Amûdê dixwazî!!

HEY DARA TÛYÊ
Hey dara tûyê ya ku di nav destê dayika min de ji dayik bû!
Hey agirê sînemeya Amûdê yê ku êşa dayika min ji şîr vekir!
Hey rondikên dayika min ên ku zersosinên havînê av didan!
Hey gernameya axê ya ku di şaneyên dayika min de vedihesiya!
Hey porê berbangê yê ku rêberiya kavilên dilê dayika min dikir!
Hey komkujiya xewnê ya ku ji çavên dayika min bi dûr nediket!
Hey xwedawendên bêrîkirinê
Hey qehremanên serjêkirinê
De kêrên xwe ji kezeba nasnameya min derxînin..!

Celadet Alî Bedir-Xan-STRANA MİRİNÊ

STRANA MİRİNÊ 


Piyana jiyina min hêj tejî û dagirtî şikiya 

Emr û hestiyênmin pê keserên giran heliya. 

Hêstir û girîn, ax û zarîn, 

Ji derdê mirinê re ne tu derman in. 

Siha mirinê bi ser serê min de tê; 

Saeta min a dawîn lêdide; 

Mirininê li nêzîkî min kiriye; 

Xuya ye; ezê bibim mêvanê ax û qebrê 

Ma ez çi bikim? 

Tiştek li destê min ne maye… 

An girîn, an stran û dilxweşî. 

Ezê bistirêm !... 

Ko hêj dest û tiliyên min, 

ji darê tenbûra min hê sar ne bûne. 

Ezê bistirêm !... 

Mirin min dixapîne û dilorîne; 

Ez bûm, cîranê mirinê; 

Dengê wê ê zîz û giran tê; 

Û dikeve guhê min, 

Gava saz dişkê ; 

Teqîn jê tê ; 

Mîna teqîna tifingekê. 

Çira berî mirin û vemirandinê, 

Bi şewq û lehba xurt dibiriqe; 

Roj berî roavayî 

Hîn mezintir û pehintir dibe. 

Bi tenê em; însanê qels û reben 

Li ber mirinê, 

Hîn feqîr û belangaztir dibin, 

rojên xwe ên borî tînin bîra xwe, 

Û wan dihejmêrin; 

Ax û ofa dikin û didin girî… 

Ma rojên borî çine? 

Ma kengê hêjayî girîn û hêstir in? 

Rojek e, dîsa rojek e; 

Saetek e, dîsa saetek e; 

Yê ko tê mîna şev û roja borî ye. 

Carna êş û xebat û kêf û şahî; 

Carana ax û of û girîn; 

Carna di nav gul u gihê, 

Carna di nav ax û herî; 

Û dawî…. 

Şeva tarî bi ser me de tê…. 

Yên ko ji nezanî û timakariyxwe 

Dest davêjin salên berî û rojên borî 

Û wan roja di bîra xwe tînin 

Destê xwe vedikin û parsekiyê dikin; 

Wê bibînin… 

Emrê çûyî venagere; rizqê çûyî na ye dewsê; 

Wê seh bikin; 

Hêviya wan vala ye û mirada wan bê xeyr e. 

Jo bona min 

Ko tu cara rehê xwe erdê ne da 

Çûyîn; bê girîn û zehmet e; 

Ezê herim…. 

Mîna pelekî sivik 

Ko ba ji darê diweşîne…. 

Ezê herim bê ax û zarîn; 

Bê Şîn û girîn. 

Girîn û hêstir ji bona çi? 

Ezê herim! 

Mîna ba û ablîsokê, 

mîna av û ronahiyê…. 

Xwedê dilê min 

Li ser sindiyana jiyînê danî; 

Û bigirane û zomp^rn qehr û xweşiyê 

Lê da. 

Qehr û qîmeta saxiya min çi ye? 

Dilê min ji dinyayê sar bûye; 

Lê ez qedrê jiyîna xwe hêj digrim 

Heta ko bikarim 

Li ser rêka hêja bimirim; 

Xwe bidim kuştin. 

Şeva tarî bi ser min de tê. 

Ez mêvanê gor û tirba me; 

Lê ez ê bistirêm!… 

Ko hêj dest û tiliyên min, 

ji darê tenbûra min sar ne bûne. 

Ezê bistirêm!.... 

Berî mirinê 

Ax û zarîn, şîn û girîn 

Ji bona çi ?... 

Ezê bistirêm! 

Ko hêj dest û tiliyên min 

Ji darê tenbûra min sar ne bûne. 

Ezê bistirêm! 

Strana azahî û serbestiya welatê xwe, 

Û dengê stran û tenbûra min 

Li çiya û zinara, 

Li deşt û zozana; 

Wê deng bide 


Celadet Alî Bedir-Xan 

Hawar : hêjmar 28 

Celadet Alî Bedir-Xan-MİRİNA GURÎ


MİRİNA GURΠ

- Ji giyanê brayê min ê rehmetî Sefder ra - 

Sefdo, lawecan! 1922 de em hati bûn Mûnîxê. Ez û kekê te Kamîran. Em şikiya bûn. Zora me çû bû. Felekê poşîke reş kêşa bû ser qedera Kurdistanê. Ê di warê siyasetê de tu hêvî ne ma bû. Me tev de digot: Zman, xwendin û nivîsandina zmanê me; bi tîpên xweser, bi tîpên kurdî. Belav kirina kitêb, kovar û rojnaman. Min ji çiyayên Rafanê ji te re alfabeke kurdî anî bû. Tu hînî wê dibûyî. Te digot: “Ez gelek kêfa xwe jişihreka Elfrêd de Vinyî re ditînim: Mirina Gurî. Rojekê ezê wê wergerînim kurdmanciyê û wê belav bikim“. 

Ev deh dwanzdeh sal in, kitêb û kovar bi zmanê kurdî û tîpên kurdi têne belav kirin. Lê felekê tu beriya wan belav kirî. Feleka bextreş, mîna Kurdistanê poşîke reşû tarî kişande ser canê te ê tenik û çeleng jî. Bi hêviya ko giyanê te ê pak pê bihese û pê şa bibe, eve min >Mirina Gurî< wergerande kurdmanciyê û pêşkêşî giyanê te kir 

MİRİNA GURΠ

Ewir, di ber di ser heyvê re, 
Heyva agirgon, 
Bilez….derbas dibûn, diçûn 
Qey dû û dûman bûn, 
Ji şewatê hildihatin, 
Bilind, winda dibûn. 

Ji me, heta cihê tavikê miriyan, 
Dar û daristan, 
Qurmên daran giş; 
Dixuyan…. 
Wek stûnine reş, 
Çira ma heyveron, 
Geh geh, dibû geş. 

Herçî em nêçîrvan,
Bêdeng lal û ker,
Me da pexlexa nerm,
Pûş ê pelaşa zer,
Me tev dida, seh dikir,
Şafir, qizbe, devî, şel. 


Hêdî hêdî em diçû; 
Me rêl velo dikir, 
Em vedihatin erdê û radibûn ser xwe, 
Ji nişkekê ve me dît; 
Pencine dehbene gir, 
Di axê re çûne; li erdê bûne xelek, 
Me bihna xwe, 
Ji ber xwe çikand û em sekinîn, 
Ser ling û nîvekê. 

Hevalekî me î pîr,
Şêxê nêçîrvanan,
Şopgerînekî hêja,
pisporekî rêçan : 


Lê vehat, hûr lê mêze kir û got: 
Ev rêçên gur in. 
Rêçine nû, 
Belê rêç, ew rêç bûn, 
Rêçên gurên fêris, 
Gurên ko me da bû pey, 
Û me dikir 
Bi bêbextî…. 
Di tariya şevê de… 
Wek dizekine tirsok, 
Bi ser wan de bigrin; 
Û wan …. 
Bidin; ber tifing û xenceran. 

Dor bê deng,
Ne pejin, ne teq, ne req,
Tebîet lal û xamûş;
Bi tenê di ezmanan de,
Qulingekî virnî,
JI refê xwe veqetî;
Xwe dilezand,
Û li refê xwe diqorî.

Rêçnasê î pîr, veketi bû,
Li rêçan bû bû pehin,
Rêç seh kir û got:
Rêçine teze;
Gur, dêlik û dû cewrik in;
Êdî….
Tu şik ne ma tê de,
Me xencerên xwe kir kar,
Tifingên xwe dagirt;
Û da rê. 


Şax, çikil….me ji hev dikir; 
Kelem di bin lingên me de, ditewiyan. 
Ko hil dibûn; li çip û hêtên me didan. 
Sisê ji hevalên me sekinîn, 
Tifingên wan biriqîn. 
Min çavên xwe, girt….vekir; 
Hûr, li şafiranmêze kir, 
Di nav rejûya reş de, 

Du morî diçirisîn,
Û jê wê ve,
Çend xeyalên tenik
Ji bejnan sekinî,
Qey di heyveronê de
Bê hay, ferîqet …. Direqisîn. 


Gur, bavê mal û malbatê, 
Xwe da bû pêş, 
Di ber devî û dar, 
Çav li dora xwe daşt….û dît: 
Rê lê nehatî bû girtin, 
Dijmin lê bû bû çarnikar. 
Dêlika wî, 
Hinek jê dûr, 
Li ber zarowan sekinî; 
Li mêrê xwe dinêrt. 
Nêçîrvanê mê î kal, 
Nav di seyên me dida û digot: 

Ha şevger ha ….Ka bêlan ak…. 
Reşo tu jî, ji par re…. 
Berya ko se lê bêne wer, 
Gur, stoyê seyekî, 
Sekî semboyî, 
Kire devê û şidand, şidand û berneda, 
Rexma ko bû, 
Ziqziqa xencerên me. 
Xencer di rûdiyên wî re diçûn, 
Di zikê wî de, 
Digihan hev, 
Û berikên tifingên me, 
Di tihêla wî re tavêtin. 
Gur dîsan, 

Arçûmekên xwe, şidand, çidand, çidand, 
Lê vê carê, 
Devê xwe vekir, 
Seyê şemboyî, 
Wî heywanê fêris, 
Beriya gur…. 
Ket erdê û mir. 

Gur…. Li ser totikan rûniştî, 
Xwîna xwe alast, 
Awirek li me da, 
Li jin û zaroyên xwe fedkirî, 
Xatir ji wan dixwest. 
Û paşê, 
Erzîna wî lerizî, 
Çavên xwe girt, 
Û di xwîna xwe de….gevizî. 

Min eniya xwe a germ, 
Berda ser fola tifinga sar, 
Û ez, 
Li vê rastiyê dibûm hişyar: 
Heke dêlik ko hişte mêrê wî, 
Bi tena xwe, bêkes, 
Bê piştmêr, bê heval û hogir, 
Bera san û nêçîrvanan bide, 

Û di xwîna xwe de vegevize, 
Ne ji ber ko tirsiyabû, 
Û can lê şîrîn bû, 
Lê diviya bû …. Ew, 
Biya gurê piştreş,…. 
Bimîne…. 
Û ji zaroyên xwe re, 

Bide zanîn, 
Ko li dinyayê 
Ji guran gurtir, ji wan birçîtir, 
Di qesir û sereyan de rûniştî, 
Tevayek heye, 
Jê re dibên mirov, 
Lê secde dibin, 
Çi kedî, çi kovî çi hov,…. 
Lê ew ….ew heyîna serfiraz, 
Ew bi xwe, 
Cenawirekî we ye, 
Ne wek cenawirên din, 
Ne ji nêz û birçînan, 
Lê min ji bo kêf û henek, 
Dide, her kesî, her tiştî, 
Ber mirin û kuştinê. 
Herê, diviya bû dêlik, 
Bimîne…. 
Û ji cewrikên xwe re bibêje, 
Mebin nîzing, tucaran…. 
Avahiyên ko mirov …. Tê de. 

Ez, şermendeyî heyîna xwe, min digot, 
Em mirov, insan, 
Digel vî navê bilind, 
Çiqas nizimû xwar in, 
Bi tenê hon, heywanên fêris, 
Hon in ko dizanin, Ji vê jiyîna derewîn, 
Bê deng, lal û ker, 
Bê ax, zar û na^lin, 
Xwe bidin paş, jê veqetin, 
Terka wê û her tiştên wê bidin 

Şairê „ Mirina Gurî“ Elfed de Vinyî edîbekî xudan şûr û qelem bû. Bavê wî zabit bû; ewî jî dabû ser şopa bavê xwe û bû bû zabit. Lê ji ber ko firsenda şer bi dest ne diket; Vinyî piştî ko bû kapitên ji ordiwê derket û xwe yekcar da edebiyatê. 

Vinyî di sala 1797 an de di bajarê Loşê de, ji diya xwe bûye. Hêj di ciwaniya xwe de keti bû civata Vîktor Hugo, Şarî Nodyê û edîbên din ên mezin yên wê heyamê. Ji wê heyamê re di edebiyata frensizî de romantîzm di^bejin. 

Vinyî xwe ji alayişan digirt; xwe gelek têkilî xelkê dikir. Hin eserên Vinyî di pey mirina wî re hatine belav kirin. Esera wî „Dafnê“ bi tenê di sala 1913 an de ketiye çapê. 

Vinyî di sala 1863 an de ji seretanê emrê Xwedê kir û qedirê wî piştî mirina wî çêtir hate girtin. Mîna medhelokê : gurî dimirin, porsor dibin. 


Celadet Alî Bedir-Xan