24 Kasım 2012 Cumartesi

Ehmedê Huseynî:ÇEM,Ne ez bûm,BIRAYÊ MIN BAVÊ CIWAN,,HEY DARA TÛYÊ


Ehmedê Huseynî: Ne ez bûm!

ÇEM..

Çemê Amûdê yê ku aniha zuha ye,  ji dilê min diherikî..
Rondikên dayika min ên ku bi qasî êşa Kurdistanê dibariyan,
Aniha li qublenameya pêximberekî dilsoj digerin…
Min guliyên bindestiya te vedihûnan,
Min teşiyê keservedana te vedirêsa,
Min ji te re digot tu ji hemî welatan xweşiktir î..
Min sîtava te li hemî penaberan,
Li hemî cinaweran,
Li hemî şevbideran belav dikir,
Û min hemî kavilên xewna te di hestên xwe de dihêwirandin..
Em bi hev re di velerzînê de mezin dibûn,
Ez û tu û çem û dayik û komkujiyên bênav..
Esmanan li me dinêrî,
Dilê te bi min dişewitî,
Dilê te ji yê esmanan naziktir bû DAYÊ!!


NE EZ BÛM..

Yê ku carekê ji caran
Ji te re gotibû ji te hez dikim, ne ez bûm,
Cêwiyê min ê eşqê, Feqiyê Teyran bû…
Yê ku carekê ji caran,
Dixwest di zindana çavê te de bemire, ne ez bûm,
Hevrêyê êşa min Memê Alan bû...
Û yê ku carekê ji caran
Li ber pencereya dilê te agir bi xwe xist, ne ez bûm,
Cizîriyê bavê min, dilê Selmayê û dinê Botan bû..

BIRAYÊ MIN BAVÊ CIWAN..

Beriya salekê,
Wek îro bû, 03. 08. 2011,
Li elmanyayê, li nexweşxaneya Solinginê,
Li qata jêrîn,
Min xwe davêt bextê te,
Min ji te re digot zû ye zûûû, neçe!
Min bi tenê li pey xwe di nav diranên jiyanê de nehêle!
Min ji boyî te hemî miriyên pirtûka xwe ji bîr kirin,
 
Min hemî çirayên dilê xwe vemirandin,
Min hemî hîvên xewna xwe bi bêzariyê nixumandin,
Lê tu di himbêza min a kuştî de,
Lêborîna xwe ji bêrîkirina Amûdê dixwazî!!

HEY DARA TÛYÊ
Hey dara tûyê ya ku di nav destê dayika min de ji dayik bû!
Hey agirê sînemeya Amûdê yê ku êşa dayika min ji şîr vekir!
Hey rondikên dayika min ên ku zersosinên havînê av didan!
Hey gernameya axê ya ku di şaneyên dayika min de vedihesiya!
Hey porê berbangê yê ku rêberiya kavilên dilê dayika min dikir!
Hey komkujiya xewnê ya ku ji çavên dayika min bi dûr nediket!
Hey xwedawendên bêrîkirinê
Hey qehremanên serjêkirinê
De kêrên xwe ji kezeba nasnameya min derxînin..!

Celadet Alî Bedir-Xan-STRANA MİRİNÊ

STRANA MİRİNÊ 


Piyana jiyina min hêj tejî û dagirtî şikiya 

Emr û hestiyênmin pê keserên giran heliya. 

Hêstir û girîn, ax û zarîn, 

Ji derdê mirinê re ne tu derman in. 

Siha mirinê bi ser serê min de tê; 

Saeta min a dawîn lêdide; 

Mirininê li nêzîkî min kiriye; 

Xuya ye; ezê bibim mêvanê ax û qebrê 

Ma ez çi bikim? 

Tiştek li destê min ne maye… 

An girîn, an stran û dilxweşî. 

Ezê bistirêm !... 

Ko hêj dest û tiliyên min, 

ji darê tenbûra min hê sar ne bûne. 

Ezê bistirêm !... 

Mirin min dixapîne û dilorîne; 

Ez bûm, cîranê mirinê; 

Dengê wê ê zîz û giran tê; 

Û dikeve guhê min, 

Gava saz dişkê ; 

Teqîn jê tê ; 

Mîna teqîna tifingekê. 

Çira berî mirin û vemirandinê, 

Bi şewq û lehba xurt dibiriqe; 

Roj berî roavayî 

Hîn mezintir û pehintir dibe. 

Bi tenê em; însanê qels û reben 

Li ber mirinê, 

Hîn feqîr û belangaztir dibin, 

rojên xwe ên borî tînin bîra xwe, 

Û wan dihejmêrin; 

Ax û ofa dikin û didin girî… 

Ma rojên borî çine? 

Ma kengê hêjayî girîn û hêstir in? 

Rojek e, dîsa rojek e; 

Saetek e, dîsa saetek e; 

Yê ko tê mîna şev û roja borî ye. 

Carna êş û xebat û kêf û şahî; 

Carana ax û of û girîn; 

Carna di nav gul u gihê, 

Carna di nav ax û herî; 

Û dawî…. 

Şeva tarî bi ser me de tê…. 

Yên ko ji nezanî û timakariyxwe 

Dest davêjin salên berî û rojên borî 

Û wan roja di bîra xwe tînin 

Destê xwe vedikin û parsekiyê dikin; 

Wê bibînin… 

Emrê çûyî venagere; rizqê çûyî na ye dewsê; 

Wê seh bikin; 

Hêviya wan vala ye û mirada wan bê xeyr e. 

Jo bona min 

Ko tu cara rehê xwe erdê ne da 

Çûyîn; bê girîn û zehmet e; 

Ezê herim…. 

Mîna pelekî sivik 

Ko ba ji darê diweşîne…. 

Ezê herim bê ax û zarîn; 

Bê Şîn û girîn. 

Girîn û hêstir ji bona çi? 

Ezê herim! 

Mîna ba û ablîsokê, 

mîna av û ronahiyê…. 

Xwedê dilê min 

Li ser sindiyana jiyînê danî; 

Û bigirane û zomp^rn qehr û xweşiyê 

Lê da. 

Qehr û qîmeta saxiya min çi ye? 

Dilê min ji dinyayê sar bûye; 

Lê ez qedrê jiyîna xwe hêj digrim 

Heta ko bikarim 

Li ser rêka hêja bimirim; 

Xwe bidim kuştin. 

Şeva tarî bi ser min de tê. 

Ez mêvanê gor û tirba me; 

Lê ez ê bistirêm!… 

Ko hêj dest û tiliyên min, 

ji darê tenbûra min sar ne bûne. 

Ezê bistirêm!.... 

Berî mirinê 

Ax û zarîn, şîn û girîn 

Ji bona çi ?... 

Ezê bistirêm! 

Ko hêj dest û tiliyên min 

Ji darê tenbûra min sar ne bûne. 

Ezê bistirêm! 

Strana azahî û serbestiya welatê xwe, 

Û dengê stran û tenbûra min 

Li çiya û zinara, 

Li deşt û zozana; 

Wê deng bide 


Celadet Alî Bedir-Xan 

Hawar : hêjmar 28 

Celadet Alî Bedir-Xan-MİRİNA GURÎ


MİRİNA GURΠ

- Ji giyanê brayê min ê rehmetî Sefder ra - 

Sefdo, lawecan! 1922 de em hati bûn Mûnîxê. Ez û kekê te Kamîran. Em şikiya bûn. Zora me çû bû. Felekê poşîke reş kêşa bû ser qedera Kurdistanê. Ê di warê siyasetê de tu hêvî ne ma bû. Me tev de digot: Zman, xwendin û nivîsandina zmanê me; bi tîpên xweser, bi tîpên kurdî. Belav kirina kitêb, kovar û rojnaman. Min ji çiyayên Rafanê ji te re alfabeke kurdî anî bû. Tu hînî wê dibûyî. Te digot: “Ez gelek kêfa xwe jişihreka Elfrêd de Vinyî re ditînim: Mirina Gurî. Rojekê ezê wê wergerînim kurdmanciyê û wê belav bikim“. 

Ev deh dwanzdeh sal in, kitêb û kovar bi zmanê kurdî û tîpên kurdi têne belav kirin. Lê felekê tu beriya wan belav kirî. Feleka bextreş, mîna Kurdistanê poşîke reşû tarî kişande ser canê te ê tenik û çeleng jî. Bi hêviya ko giyanê te ê pak pê bihese û pê şa bibe, eve min >Mirina Gurî< wergerande kurdmanciyê û pêşkêşî giyanê te kir 

MİRİNA GURΠ

Ewir, di ber di ser heyvê re, 
Heyva agirgon, 
Bilez….derbas dibûn, diçûn 
Qey dû û dûman bûn, 
Ji şewatê hildihatin, 
Bilind, winda dibûn. 

Ji me, heta cihê tavikê miriyan, 
Dar û daristan, 
Qurmên daran giş; 
Dixuyan…. 
Wek stûnine reş, 
Çira ma heyveron, 
Geh geh, dibû geş. 

Herçî em nêçîrvan,
Bêdeng lal û ker,
Me da pexlexa nerm,
Pûş ê pelaşa zer,
Me tev dida, seh dikir,
Şafir, qizbe, devî, şel. 


Hêdî hêdî em diçû; 
Me rêl velo dikir, 
Em vedihatin erdê û radibûn ser xwe, 
Ji nişkekê ve me dît; 
Pencine dehbene gir, 
Di axê re çûne; li erdê bûne xelek, 
Me bihna xwe, 
Ji ber xwe çikand û em sekinîn, 
Ser ling û nîvekê. 

Hevalekî me î pîr,
Şêxê nêçîrvanan,
Şopgerînekî hêja,
pisporekî rêçan : 


Lê vehat, hûr lê mêze kir û got: 
Ev rêçên gur in. 
Rêçine nû, 
Belê rêç, ew rêç bûn, 
Rêçên gurên fêris, 
Gurên ko me da bû pey, 
Û me dikir 
Bi bêbextî…. 
Di tariya şevê de… 
Wek dizekine tirsok, 
Bi ser wan de bigrin; 
Û wan …. 
Bidin; ber tifing û xenceran. 

Dor bê deng,
Ne pejin, ne teq, ne req,
Tebîet lal û xamûş;
Bi tenê di ezmanan de,
Qulingekî virnî,
JI refê xwe veqetî;
Xwe dilezand,
Û li refê xwe diqorî.

Rêçnasê î pîr, veketi bû,
Li rêçan bû bû pehin,
Rêç seh kir û got:
Rêçine teze;
Gur, dêlik û dû cewrik in;
Êdî….
Tu şik ne ma tê de,
Me xencerên xwe kir kar,
Tifingên xwe dagirt;
Û da rê. 


Şax, çikil….me ji hev dikir; 
Kelem di bin lingên me de, ditewiyan. 
Ko hil dibûn; li çip û hêtên me didan. 
Sisê ji hevalên me sekinîn, 
Tifingên wan biriqîn. 
Min çavên xwe, girt….vekir; 
Hûr, li şafiranmêze kir, 
Di nav rejûya reş de, 

Du morî diçirisîn,
Û jê wê ve,
Çend xeyalên tenik
Ji bejnan sekinî,
Qey di heyveronê de
Bê hay, ferîqet …. Direqisîn. 


Gur, bavê mal û malbatê, 
Xwe da bû pêş, 
Di ber devî û dar, 
Çav li dora xwe daşt….û dît: 
Rê lê nehatî bû girtin, 
Dijmin lê bû bû çarnikar. 
Dêlika wî, 
Hinek jê dûr, 
Li ber zarowan sekinî; 
Li mêrê xwe dinêrt. 
Nêçîrvanê mê î kal, 
Nav di seyên me dida û digot: 

Ha şevger ha ….Ka bêlan ak…. 
Reşo tu jî, ji par re…. 
Berya ko se lê bêne wer, 
Gur, stoyê seyekî, 
Sekî semboyî, 
Kire devê û şidand, şidand û berneda, 
Rexma ko bû, 
Ziqziqa xencerên me. 
Xencer di rûdiyên wî re diçûn, 
Di zikê wî de, 
Digihan hev, 
Û berikên tifingên me, 
Di tihêla wî re tavêtin. 
Gur dîsan, 

Arçûmekên xwe, şidand, çidand, çidand, 
Lê vê carê, 
Devê xwe vekir, 
Seyê şemboyî, 
Wî heywanê fêris, 
Beriya gur…. 
Ket erdê û mir. 

Gur…. Li ser totikan rûniştî, 
Xwîna xwe alast, 
Awirek li me da, 
Li jin û zaroyên xwe fedkirî, 
Xatir ji wan dixwest. 
Û paşê, 
Erzîna wî lerizî, 
Çavên xwe girt, 
Û di xwîna xwe de….gevizî. 

Min eniya xwe a germ, 
Berda ser fola tifinga sar, 
Û ez, 
Li vê rastiyê dibûm hişyar: 
Heke dêlik ko hişte mêrê wî, 
Bi tena xwe, bêkes, 
Bê piştmêr, bê heval û hogir, 
Bera san û nêçîrvanan bide, 

Û di xwîna xwe de vegevize, 
Ne ji ber ko tirsiyabû, 
Û can lê şîrîn bû, 
Lê diviya bû …. Ew, 
Biya gurê piştreş,…. 
Bimîne…. 
Û ji zaroyên xwe re, 

Bide zanîn, 
Ko li dinyayê 
Ji guran gurtir, ji wan birçîtir, 
Di qesir û sereyan de rûniştî, 
Tevayek heye, 
Jê re dibên mirov, 
Lê secde dibin, 
Çi kedî, çi kovî çi hov,…. 
Lê ew ….ew heyîna serfiraz, 
Ew bi xwe, 
Cenawirekî we ye, 
Ne wek cenawirên din, 
Ne ji nêz û birçînan, 
Lê min ji bo kêf û henek, 
Dide, her kesî, her tiştî, 
Ber mirin û kuştinê. 
Herê, diviya bû dêlik, 
Bimîne…. 
Û ji cewrikên xwe re bibêje, 
Mebin nîzing, tucaran…. 
Avahiyên ko mirov …. Tê de. 

Ez, şermendeyî heyîna xwe, min digot, 
Em mirov, insan, 
Digel vî navê bilind, 
Çiqas nizimû xwar in, 
Bi tenê hon, heywanên fêris, 
Hon in ko dizanin, Ji vê jiyîna derewîn, 
Bê deng, lal û ker, 
Bê ax, zar û na^lin, 
Xwe bidin paş, jê veqetin, 
Terka wê û her tiştên wê bidin 

Şairê „ Mirina Gurî“ Elfed de Vinyî edîbekî xudan şûr û qelem bû. Bavê wî zabit bû; ewî jî dabû ser şopa bavê xwe û bû bû zabit. Lê ji ber ko firsenda şer bi dest ne diket; Vinyî piştî ko bû kapitên ji ordiwê derket û xwe yekcar da edebiyatê. 

Vinyî di sala 1797 an de di bajarê Loşê de, ji diya xwe bûye. Hêj di ciwaniya xwe de keti bû civata Vîktor Hugo, Şarî Nodyê û edîbên din ên mezin yên wê heyamê. Ji wê heyamê re di edebiyata frensizî de romantîzm di^bejin. 

Vinyî xwe ji alayişan digirt; xwe gelek têkilî xelkê dikir. Hin eserên Vinyî di pey mirina wî re hatine belav kirin. Esera wî „Dafnê“ bi tenê di sala 1913 an de ketiye çapê. 

Vinyî di sala 1863 an de ji seretanê emrê Xwedê kir û qedirê wî piştî mirina wî çêtir hate girtin. Mîna medhelokê : gurî dimirin, porsor dibin. 


Celadet Alî Bedir-Xan 

Celadet Alî Bedir-Xan-DAWET E

DAWET E 

Ev wêne ji pirtûka nivîskar F.Cewerî a bi navê "Li Mala C.A.Bedirxan"bi 

destûra wî hatiye girtin.Divê bêdestûr ev wêne neyê bikaranîn. 

Ji zozan hat quling 

Xeber anî ji xweyîng 

Dibê werin dawet e. 

* * * 

Dawet e xweş dawet e 

Ji kurdan re rûmet e 

Dawet şer e, şahînet. 

* * * 

Bê xweyî man qund, kelat 

Gazî dike ev welat 

Dibê werin hawar e. 

* * * 

Bê kezî man keç û bûk 

Di rêlan de ba û pûk 

Bê belg mane dar devî. 

* * * 

Navao dikin kurdanî 

Ne hêliştin mêranî 

Kurdinon rabin dawet e. 

* * * 

Herê lawo dawet e 

Dawet e xweş dawet e 

Bûka te jî Kurdistan. 

* * * 

Keziyên wê delal in 

Çi nermok û şepal in 

Ber meqesê mede wan. 

* * * 

Dengê avê çì zîz e 

Newal jê re ezîz e 

Welat! Welat!Welato! 

* * * 

Ji zozan hat quling 

Xeber anî ji xweyîng 

Dibê werin dawet e. 


Celadet Alî Bedir-Xan 

Hawar : hêjmar 8 

Celadet Alî Bedir - Xan-BİLÛRA MİN







BİLÛRA MİN 

Bilûra min a şîrîn
tu di sariya sibehê
û hingûra êvarê de
hevalê bêhevalan,
destbirayê şivan û dilketiyan î.
Dengê te
hêstirên dilên xemgîran,
silava ji hev-veqetiyan,
girîn û zarîna dilketiyan
tîne bîra min.
bilûra min tu î,
xemrevîna terkeserên dinyayê!

Dengê bilûra min,
çiya û zozanên bilind,
kaniyên bi gul û rihan dorgirtî,
guhê şkeft û serê zinaran
guhdarên te ne!
û sira bayê xerbî
te di nav pelên darê de digerîne.

Bilûra min, were emê
bi wî çiyayê bilind re
bi hewa kevin,
û bibin cîranê bayên xurt

û hevalê kimtên wan
yên bi mij û dûman,
û tê de dengê xwe berdin,
û zarîna dengê me
bikeve nav kortal û geliyan
û bêcaniya erdên jêrîn
bihejîne;
û pêlên ava heftreng
ên xemzebaz
nalîna me bigehîne
deşta Sirûç û Diyarbekrê;
û beriya mêrxasên Berazan;
û kalîna berxan
tev şehîna hespan
li me vegerînin.

Bilûra min, binêre û bibihîze!
Roj çû ava,
stêra êvarê bû geş,
kolosên çiyan ên gewr
û hewraniyên wan ên sor û zêrîn
bûne çûn;
û pêlên ava şevê ên reş
ketine deşt û newalan
heta rûyê gir û kepezan.
Di qeraca de
kevir piyê şevgera dixapînin
û bêdengiya şevê de
pêjna lingên mêrxasan tê.

Bilûra min,
dengê xwe berde!
Dinya, mîna zarokekî berşîr,
ket dergûşa xwe;
Dengê xwe berde, bilûra min,
û jê re bilorîne,
xema wê birevîne!
Bilûra min tu î.

Xemrevîna terkeserên dinyayê;
û li rohelatî
dema ko dinya hişyar dibe
ji xew radibe
ji me re
strana azadî û serbestiya
Kurdistanê
binehwirîne,
û dengê wê stranê, bila,
mîna tîrêjên rojê ên pak û zêrîn
bikeve nav dil û guhên me.
Bilûra min,
Tu î xemrevîna dilketiyên welêt.

Celadet Alî Bedir - Xan 

Celadet Alî Bedir - Xan -BÊRİYA BOTAN

BÊRİYA BOTAN






BÊRİYA BOTAN 

( Ji giyanê Şêx Evdirehmanê Garisî re ) 

Kanî Derwêş, ka Herekol, ka Kepir
Ka zozanên bavê - Têlî ka kê bir

Dibêjin ko Burca - Belek hilweşî
Text û bextê botiyan de ka geşî

Seyrangeha Banûwa Zîn ma çi bû
Naxuyin qet xişr û xemlên wê li kû

Ka Westanî ka Qesara ka kanî
Kanîn zozan, cihên bilind kebanî

Awan jî bit kanî Beko, ka nêreng
Kanîn ew bezm, kanî bade, kanî beng

Basiret kû, meqşibendî, terîqet
Ka şêxên me, kanî rêzik şeriet

Kanî Seqlan, Seq nefis kû Nêrgizî
Gul û rihan zeriyane, tev rizî

Ka Azîzan, şêx û seyda û axa
Kanîn ew qesr, tev bilind û tev ava

Kanî Sitî, kanî jinmîr û cêrî
Kanîn ew rim, ka huwêzî, şeşperî

Mîr Mihemê ê nêçîrvan kanî kû
Çeper li kû, kovî, hevor, nêrî kû

Ka gêra wî, Gera - Xanî, gejgering
Ka salên me, bekirbegî, xweş devling

Kanî mîrek, ka mifirdî, kanî beng
Kanî lolo, lê lê li kû, kanî deng

Kanîn çeper, betî li kû, ka celab
Nêrekew kû, pêjn û dengên qeb û qab

Ka banê me, yê Azîzan, kanî war
Kepirê de ne kozik in, ne jî dar

Bor - mirişkan tenik biye kete ba
Ez botî me diştexilim her bi pa

Pa ez bêjim, pa dizanim çi bêjim
Pa bi Xwedê wek nexweş im û gêj im

Kanî dîwan, ne diyar e xafa Mîr
Ka çîrokbêj, dengbêj li kû kanî pîr

Teter li kû, Axayê - Sor û ew reng
Tenbûr û ney, kemençe û zirne deng

Kanî dawet, qelîsêl û medfûnî
Tirşik, parêv, arok, mehîr, hêkrûnî

Kanî civat, fîl û setrenc, ka zindan
Ko tê de Mîr, şahê mexrib, Mîr - Alan

Dotmîr li kû, ka Mîr Şeref, Mîr Ezdin
Kanî bavê sitiya Zîn, Mîr Zengin

Beg û axa kanî tovrind, kanî dot
Ne mîr mane, ne mîrîtî, ne jî cot

Ne Gurgêl e, ne Finik e, ne Cizîr
Ne rîsipî, ne kefxwê ye, ne kizîr

Ne Buhar e, ne Havîna mîr Şeref
Zivistan e, dwanzde hêv tev ber û berf

Ne dêmir in, ne şahînet, ne hevşîn
Kanî Mîr Şem, kanî Tajdîn û Gurgîn

Kanî ew bext, kanî bextî, ka koçer
Sadon li kû, ew serekê şevînger

Kanî mêrxas, ka xulam û mifirdî
Ka li kû man ew gernasên nedîtî

Ka zirtxane, gurz û cidî, kanî hesp
Xencer û rim, kanî şûrên rast û çep

Pira Bafet belê ev e, kevane
Kevin bûne, ne tirîne, sorane

Ji delavê qitikan ve naye deng
Kew û kevok di şînê de ne man ceng

Şeylo bûne kaniyên me ka rejû
Maziyan de ne pel mane ne gezû

Kanî Xanî, Feqeh - Teyran û Mela
Ê Cizerî, ne jî Batê, kes nema

Şax li kû ma ka Berwarî, ka Dêrgul
Tu tişt nema, vemirîne deng û gul

Kanî Xêrkan, Harûnan û Jêliyan
Şûvî li ku, Welat - Kelhok û Goyan

Batûyan kû, Welat - Kilîs, Sipêrti
Ne Soran in, ne Mûsereş, Silopî

Kiçan, Teyan, Dûdêran kû ka Mîran
Hacibêra, kanî Şernex, Garisan

Ne Hesinî, ne Elikî, ne Memî
Eruh li kû, ne Alîyan, Gergerî

Ji garisan ne koçer in, ne dêman
Kanî Zêwkî, Welat - Kêver, Ebasan

Dawûdiyan, Omerkan jî, ka Kheran
Ma kher bûne, tu deng naye ji tuwan

Kanî Xaltan, bira Zerdeşt, Hewherî
Şûrkêşên me, filehên me Hevêrkî

Ka şikefta Mîr Miheme, ka perî
Kanî Dasnî, kanî keçên surperî

Kanî Şingar, ka xwalên me, yezîdî
Belav bûne, bê rêzik in bê serî

Dêra - Reben weke berê vala ye
Hejare jî diyar niye raza ye

Mifiryan kû, kanî lavij, lajebêj
Tîr û kevan, şûr û mirtal û destrêj

Ne eşîr in, ne bajarî, ne fileh
Burc û kelat, ne segman in, ne şergeh

Kevnar ne man û nayin pê tu nûjen
Tarî her der, ne kulekin ne rojen

Di Tanzê de ne feqehin ne mela
Medresa - Sor xerabeye ji nû va

Kela Ewrex her bbaye, kela kevn
Tê de îro pîrhevokin û çend tevn

Kanî Şêx im, Evdirehman garisî
Ew jî kuştin sorgula me çilmisî

Herê lawo tev de çûne nînin nin
Destê me de ne hesp mane ne jî zîn

Kurdistanê tu abadin, her heyî
Îro, sibe û hergav jbî dê hebî


Celadet Alî Bedir - Xan 


Ahmed Arif -Heyv tarî ye

Heyv tarî ye : 


Şînewî şînewî lê didin çavên te 
Rivina agir ne 
Ba jî har dikin 
Ger kor bim, bilî te bo kesî dîtir nebim 
Têkçûyî bim heger 
Can yê min e 
Xewn ya min e 
Ma xelkê çi jê ye 
De were heyv tarî ye 

Ji kûçik birçîtir ji mar tazîtir 
Talan û derbedan hat û rawesta bim 
Li dergehê te heger 
Ma heye natêrbuna min 
Tew mîna dildariyên min 
Runiştine nivîskar dinivîsînin fermana min 
Ma çi dibe de were heyv tarî ye 

Çar alî min veşara pûştan e 
Rû dostane ken dostane 
Ji cixareya min hildibe 
Ji eniya min radimîsin 
Dizivirim dizivirim 
Rê her girtî ye 
Mirina min hatiye 
Wusa bi min neke 
De were heyv tarî ye 

Helbest: Ahmed Arif 

Ekrem Cemil Paşa -NALîNA REBENEKî

NALîNA REBENEKî 






Rabe, rabe çav bigerin çarmedora
Çi kirine lime Romî heya Nüha

Em şêlandin, tü avayî lime nema
Birçî, tazî xukî bidên li membra

Iro hek şürp sibê kamçur ji devletra
Hekkê xwendin derd û bela maye durra

Bibe esker xwas û tazî her Yemen a
Xwîn birijîn bo nav şanê van Romîyan

Çi bu, mayî xizan û nezan li dinêda
Bira bijî Valî Beg û Ferîk Paşa


Ekrem Cemil Paşa 
Îstanbul ( Konstantinopolis) - 1911 ) 

M. Nûrî Dersimi-Dayê Dayê Dayê

DAYE DAYE DAYE







Dayê Dayê Dayê 

DAYE DAYE DAYE
BEKESA MI MAYE
FELEK QIMIS BIYO
SIYA HARDO SAYE

DERSIM VERA SONO
WELAT MAMEKIYA
DAYE QESEY BIKE

TO CI DIYA CI NEDIYA ?
CIRA HEREDIYA ?

VANA HIRUSO HESTA
TEPIYA VESANIYA
LAZEM CI PERSKENA
A WA KE MA DIYA KES NEDIYA
EMRE MI QEDIYA

LAZEM MA BERDIME
DERE LAC DE KIRKERDIME
HENKE NAVE MARA
MA VESAVES MERDIME

..........................


A song from Dersim (1938) revolt

Prepared by N. Dersimi 

Hemreş Reşo-Ez Kurd im







Ez Kurd im 


Ez Kurd im, Kudekî dînîn im,

Mêjî dixwim, xwîne dirêjîn im.

Kewrên ji rê vedigerîn im,

Dosta şa, dujminan diqarîn im.


Ez ar im, arekî şênîn im,

Kurdan re xwe vedimirîn im;

Baxçekî gulanî bi bîn im.

Malê faşistan dişewtîn im.


Ez ferat im, feratekî barîn im,

Bê bextî, dil serîn im.

Bi qewl û dergistîn im,

Zavê azadî û serbestîn im.


Ez mar im, marekî qerteşîn im,

Serma û germê ney nazîn im.

Hîv û Stêrkê wan dirijîn im,

Şûnê ziqitkê, jaarê derdêxîn im.


Ez şêr im, şêrekî çar-rengîn im,

Zincîrê dilê diqetîn im,

Hêviye Gurê Boz dişkîn im,

Heyfa netewey xwe heltîn im.


Ez...bum, niha Hemreş im,

Bo Kurdistan ez keleş im.

Heya goristan ezê bimeş im,

Ez bi Kurdiya xwe pir dilxweş im.



Hemreş Reşo : Nordwind 

Berken Bereh-Ger hûn bixwazin


Ger hûn bixwazin

Ger hûn bixwazin
Binasin êş û jan û kovaniyê
Şevek li welatê min bibin mêvan.

Ger hûn bixwazin
Binasin mirinê
Li baskên qulingên koçber binihêrin
Bêhna şewatê tê ji wan.

Ger hûn bixwazin
Evînê binasin
taldeya rojhilata dilê xwe bipelînin
bê çawa diteyisin bi ken stêrk.

Ger hûn bixwazin
Welatê min binasin
Vekin deriyê agir û rojê
kevoka mirovheza heftreng
Dê bifire ber bi we.

Berken Bereh

Kamiran Alî Bedirxan-Kulîlkên Ezêb


Kulîlkên Ezêb

Ez bes te maç dikim; bi lêvên xewnê
Evîna te kûr e, hêviya dinê

Birûskên çavên te; wek gewherên ecêb
Çavên te yên zelal; kulîlkên ezêb

Maça şêrîn; ko lêva te bi min da
Ez birîndar kirim û bi min ve da

Çira dişewite; zimanekî zêr
Her pê ronî dibe, nimêjgah û dêr

Bo tihniya dilî; lêva te kanî
Ji xewna çavê re; te sorgul anî

Dilê min mizgefta bêdengî ye; sar
Havîna min bê sih, rêlên min bê dar

Mehfûra mirinê min bi ken raçand
Jînê ez xapandim, min kes ne xapand


Kamiran Alî Bedirxan

Bêhûd-Heta Kingê


Heta Kingê

Dîsa deriyê xemê li me vebû,
Pergayê tereb ji a'lemê dil hate girtin,
Dîsa ceger kirine kenarê mişeqet,
An dikana çerxa cegerê vekirin,
Dîsa birîna kevn a xemên me xebitî,
Dîsa ji her du çavan welat bû gola xwînê,
Hêsir mîna fewarê ji dil hilqolîn,
Dîsa lîwaya xezayê ji lîwa û nehiyeya qezê,
Bo Kurdên qurbeser bi mezel hel kirin,
Stêrka birca hequqê wî bû welat,
Îşev ji nişkê ve kişiya û bi carekê ve hate kuştin,
Daxa xemên feraqê danî ser cegerê,
Birîna hezar salî dil wa koliya,
Giriya û got: "Welat, cegera min hate birîn!"
Şewqa çiraya meclîsa xûret hatiye kuştin,
Ey çerxa bedmea'mele, heta kingê xeta bikî?
Vî Kurdê bêkes î bixem eşna bikî,
Heta kingê lazim e danê bikî ar?
Heta kingê xirmanê e'mrê me li ba bikî?

Bêhûd (1878-1955)

Fêrîkê Ûsiv-Çiyano




Çiyano

Bahar vebû, koç milmilîn, çiyano,
Dilê min jî kire kalîn, çiyano,

Da pey keriya, we hilgerya, çiyano,
Selam wera, sebax wera, çiyano.

Ez sî salî hêlanê we geryam, çiyano,
Bi bîna we, rengîna we biryam, çiyano,

Dîsa-dîsa we têr nebûm, çiyano,
Dîndara we zivêr nebûm, çiyano.

Min çil kaniyê we av xarye, çiyano,
Xwezî yek wan bibya avilheyat, çiyano,

Min bijîta şivêta we, çiyano,
Nemama heyr-hisreta we, çiyano.

Fêrîkê Ûsiv (1934-1997)