24 Kasım 2012 Cumartesi

Pîremêrd-Kostê Nû


Kostê Nû


Dîsa wa kostê nû kete nava me,
Li gera gerdûnê Kurd girtine,
Ev du dar term e du nêreşêr,
Zincîrkirî anîne vir,
Di riya me de, wan xwe fîda kir,
Navê bilind bo xwe derkir,
Ew peta li milên wan xistî,
Ew xeniqandin, lê pet qetî,
Pilingê hingirî bihilmettir,
Gol çendî kûr be, sobekarî tê de xweş be,
Wiha ji me re dibêje dev bi kenîn,
Me ruhê xwe fîda kir, hûn pê bijîn,
Van cotên sêr î delîr î şêrze,
Di dîrokê de, navê wan berz e,
Qet bo wan navê kefen û def û şîn,
Govan in, di dilê me de dijîn.

Pîremêrd (1868 - 1950)

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder