24 Kasım 2012 Cumartesi

Berken Bereh-XEWARÎ


XEWARΠ


Rojeke bê dil û rû tirş dimeşe
Ber bi bajarê xewarî
Qulingeke bask zekemî bûyî li pey
Li ser ewreke ji zinaran hişktir
Cixarek dipêçim bi çermê bêdengiyê
Kevaniya min li mal
Dev davêje tenêtiya xwe ya riziyayî.

Me bi serê hev sond dixwar demekê
Bi wêneyên hev dixemiland destmalkan
Di zeryayên çavên hev de
Ji zarokan re avahiyên qesrawî mezin dikir
Mexel dihat evîndarî li ber derî.

Em tev suçdarin xwe nedin alî
Di vê kirêtiya me kiriye kurtek
An kiriye sakoyek û li bejna zarokan dalikandiye.

Bavê min digot dê xweştir bibe teqez
Toz wê nekaribe çavên me bi rengîne
Alavên têkçûnê dipelîne asika me ya bi birîn
xezalin xwe dikujin ji dêwla ronakbîran.

Di goleke rûsar de avjeniyê dike
Li ser kêreke devqol govendê
Têr nabe ji zexeliyê dîsa jî
Li piştî her têkçûyînekê
Serpêhatiyek bi nerme nerm destpê dike.

Ji çil û şeş salan
Birînek çil kezî ma di destê evdal de
Û hêviyek tucar serî netewiyayî.

Berken Bereh

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder