21 Kasım 2012 Çarşamba

Mela Hisênê Bateyî Kimdir?


Mela Hisênê Bateyî

Melayê Batê (1417-1491) Yek ji nivîskarên klasîk yên kurd e.
Navê Melayê Bateyî yê rastîn Husên’e. Lê belê di pirtûka Ansîklopediya Îslamê de hatiye nivîsandın ku navê wî Ehmed e. Her wisa nivîskar û lêkolîner doktor Belîc ŞêrkoEmîn Zekî û Elaedîn Secadî jî vî navî dipejirînin û di berhemên xwe de jî nivîsandine.
Mewlûda ku Melayê Bateyî nivîsandiye, ji aliyê Zeynelabidin Zinar ve hatiye tipguhaztin uWeşanxaneya Firat ê ve, di sala 1992’yan de, li Stenbolê hatiye çapandin. Li ser pişta wê çapê Mele Ehmedê Batê nivîsandî ye. Lê li ser Mewlûda Melayê Bateyî ku di dema osmaniyan (Rumî 1323, Mîladî 1907’an) de, li bajarê Stenbolê hatiye çapkirin, Hesenul Ertoşî (Hesenê Ertoşî) nivîsandî ye. Tê zanîn ku Bate navê gundê wî û Ertoş jî navê eşîra wî ye. Ji xwe Bate gundê Ertoşiyan e. Nivîskarê Dîwana Kurmancî Evdireqîb Yûsiv jî dibêje ku navê wî "Huseyn" e. Dibêje: Carekê riya min bi herêma Hekariyê ket, min ji malbata Bateyî pirsî û bersiv "Huseyn" bû. Jixwe mela û gelê wê herêmê hemû jî dibêjin ku navê wî Huseyn e. Dibe ku navê wî "Hesen- Huseyn" be û "Ehmed" jî leqeba wî be.

Naverok

  [veşêre

[biguherîne]Jînenigari

Ji jînenigariya wî, tenê têzanîn ku ji eşîra Ertoşî ye. Li gundê Bateyê ji dayik bûye û li wir mezin bûye. Gora wî jî li wir e. Tê gotin ku li bajarê Miksê, di Medreseya Mîr Hesenê Welî de, digel mîrê Miksê xwendiye. Lewre di nav gel de, tê gotin ku Melayê Bateyî û mîrê Miksê destebirayê hev du bûne û sebra wan bêyî hev nehatiye. Melayê Bateyî sala 1755’an, di temenê 66’an de, koçdawî kiriye û li Colemêrg gundê Bate hate veşartin.

[biguherîne]Berhem

Bi qasî ku tê zanîn, ev berhemên wî hene:
Perçeyek ji meqele Klasîkên me – an şahir û edîbên me ên kevin ya Celadet Bedirxan:
Melayê Jaba der heqê Melayê Bate gotiye: Şahirê siyê jî Melayê Bate ye. Navê wî jî Mela Ehmed e. Eslê wî ji Bate ye. Bate gundek e, ji gundê di hekariyan. Di tarîxa heşt sed û bîstî da peyda bûye, û zehf şihir û ebyat gotine. Dîwaneke mexsûs heye, qewî qenc e, û mewlûdeke kurmancî gotiye. Di Kurdistanê de ew meqbûl e; û heştê salî emir kiriye û neh sedê hicrî merhûm bûye. Di nêv gundê Bate de jî medfûn e.
Li gora tiştê ko min bihîstiye Batê li Behdînan û li nêzingî Amediyê ye. Ji eserên Batê min bi tenê mewlûda wî dîtiye. Herçî dîwan û şihirên wî ne, çavên min bi wan ne ketiye. Mewlûda wî di sala 1905 an de li Misrê hate çap kirin. Heke ez ne şaş im ew mewlûd di sala 1919 an de li Stenbolê jî ketiye çapê. Bi min re nisxeke destnivîs heye. Eve çend dûrik ji mewlûda Batê:
Hemdê bêhed bo xudayê alemîn
Wî Xudayî daye me dînê mibîn
Em kirîne imeta xeyrel beşer
Tabihî wî miqtedayê namwer
Wî xudayî malikê milkê ezîm
Daye me mîras qurana kerîm
Dinê me kir kamil û nî'met temam
Ya'ni da me Ehmed û Darusselam
Ew Xwedayê bê nezîr û Zulcelal
Bê heval û bê misal û bê zewal
Bo cemihî mislimîn û salihe
Bo feqîrê Bate jî el-fatîhe.”

[biguherîne]Beş

Biçe Klasîkên kurdî

Mewlûda Melayê Batê

Destpêk:

Hemdê bê hed bo xwedayê alemîn
Ew xwedayê daye me dînê mûbîn

Em kirine ummeta xeyr-ul beşer
Tabi’ê wî muqtedayê namuwer

Ew xwedayê malikê mulkê ‘ezîm
Daye me mîrasa Qur’ana kerîm

Dînê me kir kamil û ni’met temam
Yanî da me Ehmed û dar-us selam

Ew xwedayê bê nezîr û zulcelal
Bê mîsal û bê heval û bê zewal

Raziqê bê dest û pa û mar û mûr
‘Alîmê sirra ne gotî der sudûr

Karî sazê bende û sultanê can
Rahîm û rehman letîf û mihrîban

Asîmanê bê sitûn Wî kir bedîd
Suretê bê xal û xet wî aferîd

Hêvîdarin em ji te şahê kerîm
Îhdîna ya Reb sîrat-el musteqîm

Nê ji me sûc û xeta tîn û sitem
Lê ji te îhsan û xufran û kerem

Ya rab îmanê di xwazin em mûdam
Jêrê alaya muhemmed wes-selam

Ger divêtin hûn ji agir bin felat
Bi eşq û şewqek hun bibêjin es-selat

Bûyin:

Ger divêtin hun ji agir bibin felat
Bi esq û sewq hun bibêjin es-selat

Cûmle zeretê cîhan da ev nîda
Kirne gazî pêkve gotin merheba

Merheba ey sirrê furqan merheba
Merheba ey derdê derman merheba

Merheba ey canê baqî merheba
Merheba ey işşaqî saqî merheba

Merheba ey alî siltan merheba
Merheba ey kanê îrfan merheba

Merheba ey şemsê taban merheba
Merheba ey canî canan merheba

Merheba ey qurret-ûl aynî xelîl
Merheba ey xasê mehbûbê celîl
Merheba ey rehmeten-lil-alemîn
Merheba ente şefî-ûl mûznîbîn

Merheba ey afîtabê bê zewal
Merheba ey mahê tabê layezal

Merheba ey bûlbûlê baxê wîsal
Merheba ey eşînayê zûl-celal

Merheba ey nurî xurşîdê xweda
Merheba ey tû ji heq nabî cuda

Merheba matlubê alem her tû wî
Merheba ewladê Haşem her tû wî

Merheba ey nura heq ra mazharî
Merheba ey ewliyan ra serwerî

Merheba hatî şivanê ûmmetê
Merheba hat bo me nura dewletê

Merheba ey bedrê alem ya mûnîr
Merheba ey xelkê girtî destegîr

Merheba siltanê cûmle embîya
Merheba ey nurê çeşmê esfîya

Ger divêtin hun ji agir bibin felat
Bi esq û sewq hun bibêjin es-selat


Xelasek:

Bo cemî'ê muslimîn û salîhe
Bo feqîrê Bateyî el-fatihe

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder