20 Kasım 2012 Salı

Şêrko Bêkes Bajar

Bajar

'Îro tenê di navbera du saetan de
li nav sînga bajarê min pêncî çem xeniqandin'
Qudis wisa got.
'Îro tenê di nav yek saetê de
di nav serê bajarê min de
sed stêrkên min serjê kirin.'
Hîva şeva ezmanê Santîago wiha ji min re got.
'Îro tenê di nav nîv saetê de
li ser kevirê reş î pişta min
mêjiyê gelek mirovên min perçiqandin.'
Hespekî reş î bijsor ê Afrîkaî wiha ji min re got.
Min jî got;
'Birano!
Tenê cudahiya navbera me ev e
Bajarê min wisa kuştin ku, deqîqe jî pê nehisiya.'

Şêrko Bêkes

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder