23 Kasım 2012 Cuma

Melayê Cizîrî -Helbestén Melayê Cizîrî








Helbestén Melayê Cizîrî



Şox û Şengê Zuhrerengê
Şox û şengê zuhrerengê
Dil ji min bir dil ji min
Awirên heybet pilingê
Dil ji min bir dil ji min
Wê şepalê miskê xalê
Dêmdûrê gerden şemalê
Cebheta biskan sema lê
Dil ji min bir dil ji min
Zulf û xalan nûn û dalan
Wan ji min dil bir bi talan
Goşeyê qewsê hilalan
Dil ji min bir dil ji min
Dên nedîrê bo 'ebîrê
Xemrî û gîs û herîrê
Sîne kir amancê tîrê
Dil ji min bir dil ji min
Surşirînê nazenînê
Kuştim û nakit yeqînê
Wê bi çengala evînê
Dil ji min bir dil ji min
Fetl û taban da xuraban
Ebleq û cohtê şebaban
Dame ber pence û kulaban
Dil ji min bir dil ji min
Xweşxeramê ez xulamê
Nazikê şîrînkelamê
Tûtiya eywanmeqamê
Dil ji min bir dil ji min
Mahirûyê miskiboyê
Surpilingê şêrixûyê
Wê bi zulfa şubhê goyê
Dil ji min bir dil ji min
Herdu weşman naz û xeşman
Kê ji ber wan 'eql û hiş man
Sa'eta min dî bi çeşman
Dil ji min bir dil ji min
Mahitabê afitabê
Dêm ji roj û şeb niqabê
Xweş bi çengal û kulabê
Dil ji min bir dil ji min
Serwinazê serferazê
Şubhê zêr remza mecazê
Dame ber çakûç û gazê
Dil ji min bir dil ji min
Bejn û bala tûx û 'ala
Min kirin vêk ra mutala
Çîçeka terhîn-i wala
Dil ji min bir dil ji min
Mîrê xazî şîrê tazî
Vêk-i ran min dî bi bazî
Kir li me j' xeflet ve gazî
Dil ji min bir dil ji min
Şîr û xişt in zulf û qişt in
Hin veşarin hin vehiştin
Pehlewanan dest vemiştin
Dil ji min bir dil ji min
Rohniya çehvên Melayî
Ew tecellaya te dayî
Ya ji Ehmed dil revayî
Dil ji min bir dil ji min
Melayê Cizîrî


--------------------------------------------------------------------------------

Newaya mutrib û çengê
Newaya mutrib û çengê
Fixan avête xerçengê
Were saqî heta kengê
Neşûyîn dil ji vê jengê
Heyata dil meya baqî
Binoşîn da bi muştaqî
Ela ya eyyuhe s-saqî
Edir ke’sen we-nawilha
Ko katib dêmî cedwel kit
Şikeste xet muselsel kit
Ji yek herfan mufessel kit
Kî ye yê muşkilê hel kit
Dizanî rûd û ‘ûd ewwel
Çi tavêtin sirûd ewwel
Ki ‘işq asan nimûd ewwel
Welê uftadi muşkilha
Ji mihra wê şefeqse‘dê
Şirînle‘lê şekerwe‘dê
Dinalim şubhetê re‘dê
‘Ecîb im lê ji vê ce‘dê
Ki dil ra tabi herçîneş
Bi kufrê mîbered dîneş
Zi tabi ce‘di muşkîneş
Çi xûn uftadi der dilha
Di vê taqê di vê xanê
Me ‘eyş û êminî kanê
Kesê dest dit ji dewranê
Nihalik vê gulistanê
Der axûşeş çû meyared
Ki ez dil caneş buspared
Ceres firyadi mîdared
Ki ber bendîdi mehmilha
Bi Qur’anê bi ayatê
Eger pîrê xerabatê
Bebêjit secde bin latê
Murîdên wî dibin qatê
Murîd er bêbeser nebwed
Zi fermaneş bider nebwed
Ki salik bêxeber nebwed
Zi resm û rahi menzilha
Şevê zulmat û deryayê
Ji mewcan qet xeber nayê
Şikestî keştiya bayê
‘Ecacê wê şefeq dayê
Ji herfan mah û sali ma
Nehat der şikli fali ma
Kuca danendi hali ma
Sibikbarani sahilha
Me ra ji ewwel çi bir xamî
Kişand axir bi bednamî
Ji rengê Se‘dî û Camî
Ji şuhret pê hisîn ‘amî
Bi deng û bang û awazê
Dibêjit nexmeya sazê
Nihan key manedan razê
K’ez û sazendi mehfilha
Ji hafiz qutbê şîrazî
Mela fehm er bikî razî
Bi awazê ney û sazî
Bibî ber çerxê perwazî
Tuzed min hubbihe s-sefwa
Bihi ehlu l-hewa neşwa
Meta ma telqe men tehwa
De‘i d-dunya we-ehmilha
Melayê Cizîrî


--------------------------------------------------------------------------------

Ismê te ye mektûb-i di dîwanê qidem da
Ismê te ye mektûb-i di dîwanê qidem da
Herfek qelemê ‘ilim bi teqwîmî reqem da
Eşkal û xetên da’ireya nuqteyê 'ilm in
Ev neqş û misalên di xiyalatê 'edem da
Mîm metle‘ê şemsa ehed ayîne sifet kir
Lami‘ ji ‘ereb berqê li fexxarê ‘ecem da
Da şahidê esma bi hemî wechî binasîn
Yek mestê semed kir bi yekê neqşê senem da
Yek girtiye zulfê we yekê xalê nima’î
Ayîne bi Eskenderî û cam-i bi Cem da
Erwahê muqeddes şebê qedran te dixwazin
Nûra te ye misbah-i di qendîlê Herem da
Da weqtê liqayê bi te hey bin di beqayê
Min neqdê dil û can di fenayê bi selem da
Yaqûtifiroşan di kef elmas-i şikestin
Ev sefheya elmas-i ko neqqaşî reqem da
Ya reb ji çi rû leb bi senaya te kuşayem
Subhaneke len uhsiye fî şe'nike hemda
Minnet ji Xudayî ko bi ‘ebdê xwe Melayî
Iksîra xema ‘işqê, ne dînar û direm da
Melayê Cizîrî


--------------------------------------------------------------------------------

Dilberê îro seher
Dilberê îro seher
Avête cergê min du dox
Yek li sîne yek li dil da
Lew ji min tên ax û ox
Ah û oxên min ji dil tên
Lê ji ber tîra qizil tên
Yan ji kovanên di kul tên
Jê dizêt her xwîn û zox
Xwîn ji dil co co rewan tê
Wek 'eqîq û erxewan tê
Lê ji dest selwa ciwan tê
Ew şepala şeng û şox
Ew şepala şox û şeng e
Kafira rom û fireng e
Dame ber cotek xedeng e
Zalimê kuştim bi dox
Zalimê kuştim şepalê
Nazikê qencê delalê
Bûn hicaba zulf û xalê
Îdek û 'ala û tox
Netrik û tayên bi rîşî
Ê di zêr in pê ve wîşî
Min du fêris dîn di pêşî
Mirwet û insafi yox
Lew heriftim ez ji meylê
Şubhetê sehlê we seylê
Muhbet û 'işqa di Leylê
Ez kirim yekser pilox
Dest nehêlim ez ji dînê
Şubhê Ferhad û Şirînê
Wer ji ber 'işq û evînê
Min di rê çit ev kilox
Suhbeta çerx û sema tê
Wek Melê sed mubtela tê
Zemzem û ava heyatê
Muşterî sed şeyx û şox
Melayê Cizîrî


--------------------------------------------------------------------------------

Îro ji husna dilberê
Îro ji husna dilberê
Dîsa helak û serxweş în
Remzên di wê şîrînsurê
Sohtim bi pêta ateşîn
Sohtim bi berqa lami' e
Ew necm û bedra tali' e
şemsa semayê rabi' e
Lew pir ji şewqê şewwişîn
Pir şewwişandin wê dil e
Zulfên siyah ser dan mil e
Tora muxalif silsile
Selwa 'eqarib lê meşîn
Selwa 'eqarib lê weten
Ew nazika nûrînbeden
Qendê dirêjin guft û ken
Biskan di lê kir baweşîn
Biska siyah re'na ye mest
Yek dî bi heyran pê ve dest
Hemyan bi mestî helqe best
Derbendê ew zulfa reş în
Êsîr kirim zulfa çelek
Ew horiya şubhet melek
Tîr dan ji reştûzên helek
Mecrûhê qewsê pirweşîn
Tîr dan ji qewsê malzirav
Ew gewhera pir şewq û tav
Sotin li min cerg û hinav
Lew têk ji cergê herişîn
Cerg û cesed têk sohtine
Lew xef xedengan nuhtine
Ji qewsê hilalê jih tine
Heyranê dêma mehweş în
Hem bedr û hem Zuhra ye dêm
Ji wê 'alema kubra ye dêm
Xweş destxet û tuxra ye dêm
Herfan ji miskê lê nişîn
Lewhê ji nû sîqal bidin
Herdem ji nû ve xal bidin
Da dil bi yek dî pal bidin
Nuqtan ji zêrabê weşîn
Zulfa siyah 'enber bike
Xemlê ji zêrê zer bike
Zerbaf û dîba ber bike
Misk û gulavê lê reşîn
Mawer ke terh û bişkoyan
Cîranê berg û lû'lûyan
Ew 'er'er û selwa ciwan
şetrî bi mestî lê xwişîn
Şetrî we tayên sor û zer
Bayê nesîm lê da seher
Li wê cebhetê hijiyan dû per
Lewra sekara bêhiş în
Meşha seher yarê şefîq
Da min bi enguştên 'eqîq
Ji wê badeya nûrîn rehîq
Mexmûrê xemra bêxiş în
Mexmûrê bê camê ez im
Yexmakirê ramê ez im
Çavnêrê peyxamê ez im
Perwaneyê şem'a geş în
Perwaneyên sotî kebed
Dilber ji ber Birca esed
Tîr dan ji reştûzên semed
Lew têk ji xwînê neqqişîn
Kuştim bi qewsê 'enber e
şoxê ji dil mil dan ber e
Êxiste dil sed pencere
Evrenge em mihnetkeş în
Mihnetkeşên roz û şebê
Der firqeta şêrînlebê
Zulma ji ber destê te bê
Ew 'edl e em pir pê xweş în
Zulma tu kî pir pê xweş im
Sohtîdilê hicrankeş im
Mislê perengê ateş im
Rûhek mucerred bêleş în
Min dî sehergaha elest
Camek ji kewser dost di dest
Jê da Melê lew maye mest
Hetta heyatê serxweş în

Melayê Cizîrî


--------------------------------------------------------------------------------

Cana ji cemala te muqeddes qebes im ez
Cana ji cemala te muqeddes qebes im ez
Ger xob û perîzade nezer kî te bes im ez
Mislê mehê new ger te divêtin me bibînî
Mêze bike camê tu dizanî çi kes im ez
Yexma ji me can kir ko tecellayê li dil da
Min rûhê di qalib tu yî tenha qefes im ez
Hubba te ye min radihejînî ko binalim
Şeb ta bi seher nale ji rengê ceres im ez
Min go mehê new çaşitiyê ebrûyê yarê
Go min çi hed e şubhetê ne'lê feres im ez
Saqî ji ezel yek du qedeh bade bi min da
Hetta bi ebed mest û xumar û teles im ez
Cana tu yî min can gulê bêxar-i gerem bî
Minnet ko ne wek bilbilê mihnet 'ebes im ez
Sed cewr û cefa dî bi me naçîn ji derê te
Yekser tu nebat î we li teb'ê meges im ez
Ger we te divêtin bibirî ser bike ferman
Da vê se'etê ser bibirim xweş meqes im ez
Ser ta bi qedem ez bisojim şubhê Melayî
Perwanesifet sohtim û bêsewt û his im ez

Melayê Cizîrî



--------------------------------------------------------------------------------

Îro Mela serapa lew têk-i bû me ateş
Îro Mela serapa lew têk-i bû me ateş
Min dî seher xeraman neyşekera şirînmeş
Ya reb çi turfe mêwe evrenge mey dibexşet
Şi'ra me tê perîşan nezma me tê muşewweş
Dilgeşte min ji dêrê naçim kenîşteyê qet
Mihrabê wê bi min ra wer da biçîne Laleş
Mehbûb-i wek stêr e govend û 'işqibazî
Têkil biçîn semayê hişyar û mest û serxweş
Heywan li kû dimînit em muftiyê zeman în
Bêtin ji destê saqî cama zelal-i bê xeş
Wer guh de çeng û nayê şîrîn ko bên semayê
Camê binoşe vêran çi sade û çi zerkeş
Tali' ko têt û furset muhlet li nik heram e
Min 'umrê Nûh-i nîne wer saqiyo bi lez xweş
Neyşekkera şirînqed me ji dest te mey divêtin
Da sîne pê cela dîn rewşen bikîn dilê reş
Camid çi kin bi husnê ko wan nezer li xwar e
Xerteb'etên di ebleh çi nêrgiz û çi kerbeş
Kore xwe nasipêrit carek bi dest delîlan
Ebleh çi kit tewafê nabînitin Berê reş
Bêzê dikit ji qencan ji remz û naz û xencan
Qedrê gulan çi zanit kerbeş divêt kerê reş
Feyda me şubhê Nîl e em Dicle û Firat in
Ger şeyx û wer imam e vê ra ye min keşakeş
Şoxa ko ez di bendê dil girtiye kemendê
Letîf e zuhresîma ebrûhilal û mehweş
Birhên ji qewsê qudret nîşane kir Nişanî
Lami' ji ber dibarin çi yengiyek we perweş
Ellah li min hubba te çi şekker û nebat e
Ji nû ve dê ciwan bim ger bihn bikim gula geş
Melayê Cizîrî



--------------------------------------------------------------------------------

Meşşateyê husna ezel
Meşşateyê husna ezel
Çengalê zulfan tab-i da
Da 'işq-i hil bit pêli-pêl
Qelbê me bê cellab-i da
Husna hebîb û lutfa yar
Avête dil 'işqa xedar
Lew selb-i kir jê ixtiyar
Wê husnê ev îcab-i da
Min dî seher zulfên di mest
Hatin sema ihram-i best
Çûn secdeya xalê bi qest
Lew haciban mihrab-i da
Rûh û rewanê min hebîb
Dîsa bi telbîsa reqîb
Rencîde kir miskên xerîb
Terka dilê ehbab-i da
Mehbûb û reyhan pir gulav
Ker kir li min cerg û hinav
Zehra helahil bû di nav
Lew saqî ew cullab-i da
Wan dest û zend û sa'idan
Mey dane şeyx û zahidan
Mestî be çeşmê şahidan
Ew nêrgiza sîrab-i da
Miskê reşandî ez dibêm
Wan nuqteyan hin bûne kêm
Lê xettê reyhanî li dêm
Katib ji nû i'rab-i da
Nazikqeda nûrînbeşer
Ew bû li min neqşê beser
Dîna xiyalê her seher
Nav dîde'ê bêxwab-i da
Ew tilliyên nazik reqîq
Pir da me fincana 'eqîq
Ew badeya nûrîn rehîq
Minnet bi min wehhab-i da
Da xef nebit bejna ferê
Mey hate şehkasa sirê
Minnet ko îro dêmdurê
Dîsa şeraba nab-i da
Mey hate fincana sedef
Kes dê vexwit îro bixef
Saqî bi çeng û nay û def
Ferfûriya mehtab-i da
'Îd e w hebîbê nezre lê
Yan dê bi qurban bî Melê
Ya reb bibînim roj hilê
Sikkîn di dest qessab-i da
Melayê Cizîrî



--------------------------------------------------------------------------------

Îro ji derba xencerê
Îro ji derba xencerê
Lazim biêşan î Mela
Teşbîhê zulfa dilberê
Zanim perîşan î Mela
Zanim perîşan î ji dil
Bêhed biêşan î ji dil
Teşbîhê biryan î ji dil
Bi l-lah ne insan î Mela
Bi l-lah çi teb'et adem î
Yekser dibêm yek 'alem î
Deryayê Qaf û Qelzum î
Yan çerx-i gerdan î Mela
Ya reb çi wê mihnetkeş î
Ser ta qedem têk ateş î
Mecrûhê qewsê tûzreş î
Lew dil bi peykan î Mela
Zanim ji 'işqê dojeh î
Behrek ji narê asih î
Îro li mahê xergeh î
Teşbîhê seywan î Mela
Ev sîneya wek nay û ney
Pir lê kişandin dax û key
Hê dil bi naehlan didey
Ya reb çi nadan î Mela
Durdaneya dêmgewher e
Ayîneya Eskender e
Bê mirwetê dil kir ker e
Mecrûhê xalan î Mela
Bê mirwetê dil herişand
Teşbîhê şîşê lê kişand
Ker kir ceger xwê lê reşand
Ateş li ser danî Mela
Narê ji rengê dojehê
Husn û cemala wê mehê
Me d'perdeya vê xergehê
Xef kir çi 'Umman î Mela
Îro li 'umrê xwey telef
Bê şahid û cama sedef
Bê çeng û saz û nay û def
Zanim peşîman î Mela
Zanim te kohê Tor e dil
Lew her bi nar û nûr e dil
Şehkaseya ferfûr e dil
Lew mest û sekran î Mela
Her sîne tabê natemam
Napuxte xam bê mihr û cam
Xerqên di xwîna dil medam
Le'la Bedexşan î Mela
Pir le'l û dur te j' kilkê 'işq
Anîne nezma silkê 'işq
Der berr û behrê mulkê 'işq
Me'lûm e xaqan î Mela
Bêhed li qelb-i şubhê ney
Cewra te danîn dax û key
Lew bêhemel xweş nîne mey
Emma bi şîranî Mela
Minnet ji tali' her ji bext
Asif bi text û bext û rext
Belqîs ewî anî bi wext
Îro Suleyman î Mela
Ew herdu le'l û herdu weşm
Geh geh bi naz û geh bi xeşm
Ew bejn û bala hate çeşm
Me d'seyrê rûhanî Mela
Melayê Cizîrî


--------------------------------------------------------------------------------

Sirrê wehdet ji ezel girtiye hetta bi ebed
Sirrê wehdet ji ezel girtiye hetta bi ebed
Wahid û ferd e bi zatê xwe wî nînin çu 'eded
Di qidem da ezel û 'eynê ebed herdu yek in
Sermediyyet we dixwazit ne ezel bit ne ebed
Ferq e wahid ji ehed lê di meqamê semedî
Bi heqîqet ko yek in herdu çi wahid çi ehed
Yek e derya tu bizan qenc-i çi mewc û çi hebab
Di esil da ko hemî av e çi av û çi cemed
Afitabê ehediyyet di xwe da girtiye kewn
Ne ko 'ewrek heye lê girtiye çehvên me remed
Husna zatê but û latan ji cemala semed e
Ji misala senemê we ko tecella ye semed
Xeyrê derya niye sehra bi heqîqet emma
Ji rûyê keyf e ko ev ave bûyî şubhê zebed
Kulle yewmin huwe fî şe'nin nebî xafil-i jê
Her peyapey ji şu'ûnan dikirit feyd û meded
Ger di Adem bidiya sirrê 'ilim Iblîsî
Hînema ebserehu kebbere hînen we-seced
Çi zeman û çi mekan û çi cihat û çi hudûd
Çi meqadîr û tefasîl û hisab in çi 'eded
Çi munafat û luzûm in çi qiyas û çi misal
Ev çi tewlîd û çi terkîb e çi rûh in çi cesed
Ser bi 'iczê didirit quwwetê derrake-i ma
Rece'e l-'eqlu kelîlen we-meta qame qe'ed
Hîret û 'icz e serencam-i di babê nezerê
Key bi xaliq nezerê qasirê mexlûqê resed
Guftûgoyê me'rifet çendî Mela peyda bikî
Gewhera me'rifetê nagihetê kes bi xired
Melayê Cizîrî


--------------------------------------------------------------------------------

Neyşekera gerden ji ‘ac
Neyşekera gerden ji ‘ac
Dîsa ji reştûzên semed
Qewsên li bala ferq û tac
Keyber reşandin bê‘eded
Keyber reşandin bêhisab
Misrî ko dan sîqal û tab
Sed Ristem û Efrasiyab
Kuştin li wan ker kir cesed
Sed padişah û Xwisrûyan
Can dan ji ‘işqê we rewan
Nisrîn û lebsê erxewan
Min dîn li bejna serwiqed
Min dîn li bejna ‘er‘erîn
Tayên zubad û ‘enberîn
Bayê seba da çenberîn
Zulf çûne ser nûra semed
Zulf çûne ser nûra zelal
Carek were bayê şemal
Biskan ji ser dêmê vemal
Zulfan ji ber cotê esed
Sehharê cohtê cadûyan
Îro ji remza ebrûyan
Dil girt û da ber kaşoyan
Ker kir li miskînan kebed
Dil girt û da ber xenceran
Kuştim nigar û dilberan
Me j’destê zulma esmeran
Dad û meded dad û meded
Dilber ji le‘lên xwey şefaf
Da min meya gulgûn û saf
Deryayê ‘işqê qaf û qaf
Peyweste têtin cezr û med
Husna munezzeh bê misal
Ser de libasê xett û xal
Sergeşte heyran ma û lal
Ehmed ko dî nûra semed
Ellah ji nûra sermedî
Yek qetreyek da Ehmedî
Şîrînî yû remzek we dî
Medhûş-i ma hetta ebed
Melayê Cizîrî


--------------------------------------------------------------------------------

Dîsa ji nû bêhal e dil
Dîsa ji nû bêhal e dil
Saqî werîn cama zucac
Muştaqê xemra al e dil
Lê xweş-i anîbit mizac
Saqî ko dêm mehweş bitin
Kagul ji şêva reş bitin
Qerqef bila ateş bitin
Em dê bi wê dil kîn 'ilac
Da em bi wê dil hey bikîn
Pê sîne dax û key bikîn
Sed menzilan pê tey bikîn
Ew dê di seyrê kit rewac
Bê nûr û narê muhbetê
Bê neqş û sun'ê qudretê
Naçîn meqamê wesletê
Nûrun lena we- l-leylu dac
Ev narê sîqala dil e
Da'im li wê qala dil e
Newroz û sersala dil e
Weqtê hilêtin ew sirac
Hetta bi nûra badeyê
Rengîn nekî seccadeyê
Dûr î ji wê şehzadeyê
Durdaneya gerden ji 'ac
Durdaneya gerden bilor
Reyhan ji ser werdên di Cor
Hey hey bi mestî têne dor
Xala li nik ferqê bi tac
Mihra te pir ebter kirîn
Xalan ji ber biskan derîn
Zulfa muselsel 'enberîn
Çîn çîn ji Çînê tête bac
Tenha ne Kurdistan didin
Şîraz û Yeng û Wan didin
Her yek li ser çehvan didin
Ji Espehan têtin xerac
Çehvên belek qewsên helek
Çerx û felek xalib melek
Fî hubbiha 'umrî delek
We-l-hubbu yecrî fî 'ucac
Şahid hezar reng xemmilîn
Reqs û sema pê kemmilîn
Îro Mela em sed dil în
Saqî werîn cama zucac
Melayê Cizîrî


--------------------------------------------------------------------------------

Mey nenoşî Şeyxê Sen‘anî xelet
Mey nenoşî Şeyxê Sen‘anî xelet
Ew neçû nêv Ermenistanê xelet
Mislê Mûsa wî tecellaya te dî
Ê tu dî kanî xeta hanî xelet
Wî nedî bejna te û dayê qiyas
Hikmetê lew çûye burhanê xelet
Setweta Leylê yeqîn Mecnûn tepand
Wer ne qeys naket beyabanê xelet
Wek Nişanî neqş û nîşanek te dî
Ê ko nîşanek te dî kanî xelet
Ez giham ava heyatê xef ji dil
Xudr-i vajî çûye heywanê xelet
Şahnişînên nazikan dayi‘ mekin
Da nebînî dil bi vê xanê xelet
Ellah Ellah çerx û dolabê dinê
Nuqte qet nakit di dewranê xelet
Roz û şeb her seyrê dîdara te tên
Nakirin ew dewr û seyranê xelet
Hon nebên meşşateyê xef daniye
Hemqeran kir xal û nîşanê xelet
Dê bi ser canê me murwet da me êx
Bişkowên benda girîbanê xelet
Ser nebî ber kufrê zulfê ‘aqibet
Ez ditirsim lê ji îmanê xelet
Pehniya vê çerx û dolabê dinê
Nisbeta erbabê ‘urfanê xelet
Nusxe’ê ‘alem hemî ‘unwanek e
Nuqteyek nabit di ‘unwanê xelet
Qulzum û bayên muxalif tê pir in
Da nekelşên darê sukkanê xelet
Da bizanî pehlewanî mûyekê
Dest nedî li-l-lahi mîzanê xelet
Wî di destê min gula geş pir xwinav
Heyf-i bilbil çû gulistanê xelet
Hêj-i sehwa xame’ê bû werne min
Ev xelet nakir di dîwanê xelet
Wî li ser bejna te ev seywan veda
Wer ne nada roj-i seywanê xelet
Geh dil û geh can dibin tirkên te tên
Nakirin yexma û talanê xelet
Meşrebê tirkan Firat û Nîl-i kir
Teşneleb çû terfê ‘Ummanê xelet
Pîrê hikmetbîn li wifqa meşreban
Kes nedî mey rêhte fincanê xelet
Rast e yek qanûn seraser nîne tê
Xwehrî û pêçên perîşanî xelet
Pakiteb‘ û quwwetek mewzûn divêt
Da nedit sen‘et bi idmanê xelet
Merdimên çehvên Melê ‘eksa xwe dî
Wek Nişanî ma li nîşanê xelet
Melayê Cizîrî





Were Bînahiya Çavan
Were, bînahiya çavan,
Bibînim bejn û balayê,
Zerîfê nazikî şengê,
Sifet horiyê, perî rengê,
Bi rojêra tu hevdengî,
Du reştozên siyah rengî,
Kişandin, lê ne wek caran,
Xedengê qewsê nûbaran,
Ji rengê şîr û mukaran,
Wesand sîne wek baran,
Ji wê zerbê pir êşanim,
Sibah li xêr ya xanim,
Were bînahiya çavan,
Bibînim bejn û balayê,
Veke carek xet û xalan,
Li ser van mestned û palan,
Bixûne, lê me ebdelan,
Bibînin eyd û sersalan,
Îcazet de me destûrî,
Perî rengê, sifet horî,
Ji nîva zulmet û nûrî,
Binûşin mey di ferfûrî,
Ji dil talanê xalanim,
Sibah li xêr ya xanim,
Were bînahiya çavan,
Bibînim bejn û balayê.

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder