20 Kasım 2012 Salı

Cigerxwîn-Azadî xwaz im



Azadî xwaz im
Tîp û lekên kurd ketin zinaran
Li hawîr bumba bû gullebaran
Êrîş dibin der komên neyaran
De rabe ser xwe, kurê min rabe!
Şev ta sipîdê me nîne qet xew
Cihan li ber me dibîte rew - rew
Nêrkew nexwenî, çi bêyî mêkew ?
De rabe ser xwe, kurê min rabe!
Bavê te çû şer, şêre li meydan
Êrîş dibin ser Îran û Tûran
Destên xwe dan hev kurmanc û dostan
De rabe ser xwe, kurê min rabe!
Kengî mezin bû, divêm bixwênî
Rewşa cîhanê tu xweş bibênî
Ji nû tu karî dijmin derênî
De rabe ser xwe, kurê min rabe!
Keç û kurên kurd hemî şîyarbin
Ji bo serbestî hemî li karbin
Ji hevre dostbin, dijê neyarbin
De rabe ser xwe, kurê min rabe!
Dijware dijmin, Tûran û Firse
Gernas û mêrbe, ji wan metirse
Sibê şiyarbû, li min mepirse
De rabe ser xwe, kurê min rabe!
Ji bo xweşbin dem û gevên te
Ezê sipîdê bighê bavê te
Bere ziwabin herdu çavên te
De rabe ser xwe, kurê min rabe!
Milên xwe bidme milên berane
Di şerda en tev xûşk û birane
Êrîş bikin em, lê şer girane
De rabe ser xwe, kurê min rabe!
Bizane, xwendin ji bo we derman
Da ku bizanin qanûn û ferman
Derxin ji dil em van tirs û şerman
De rabe ser xwe, kurê min rabe!
Destên xwe bidne destên çepên rom
Bibin partîzan bi leshker û kom
Carek metirsin ji "hok" û "fantom"
De rabe ser xwe, kurê min rabe!
Dibî bavê te di şerde bimrî
Zinhar kurê min nebî tu bigrî
Em têne kuştin ji bo tu nemrî
De rabe ser xwe, kurê min rabe!
Dijmin naçî der bi lav û gazê
Xwînê nerêjî naghê daxwazê
Siba diçim şer divêm tu razê
De rabe ser xwe, kurê min rabe!
Şêx û melan em tev kirne derwêş
Ev bû du sed sal, em bûne berbêş
Ba bêne kuştin, nemêni ev êş
De rabe ser xwe, kurê min rabe!
Şîn tê bi xwînê dara serbestî
Îdî naxwazin dîlî, bindestî
Ev êlperestî, ev olperestî
De rabe ser xwe, kurê min rabe!
Mirovperestim mîna Cigerxwîn
Serbest bijîn tev, ne wek "Mem" û "Zîn"
Jîna serbestî, divê me ev jîn
De rabe ser xwe, kurê min rabe!

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder