24 Kasım 2012 Cumartesi

Celadet Alî Bedir-Xan-STRANA MİRİNÊ

STRANA MİRİNÊ 


Piyana jiyina min hêj tejî û dagirtî şikiya 

Emr û hestiyênmin pê keserên giran heliya. 

Hêstir û girîn, ax û zarîn, 

Ji derdê mirinê re ne tu derman in. 

Siha mirinê bi ser serê min de tê; 

Saeta min a dawîn lêdide; 

Mirininê li nêzîkî min kiriye; 

Xuya ye; ezê bibim mêvanê ax û qebrê 

Ma ez çi bikim? 

Tiştek li destê min ne maye… 

An girîn, an stran û dilxweşî. 

Ezê bistirêm !... 

Ko hêj dest û tiliyên min, 

ji darê tenbûra min hê sar ne bûne. 

Ezê bistirêm !... 

Mirin min dixapîne û dilorîne; 

Ez bûm, cîranê mirinê; 

Dengê wê ê zîz û giran tê; 

Û dikeve guhê min, 

Gava saz dişkê ; 

Teqîn jê tê ; 

Mîna teqîna tifingekê. 

Çira berî mirin û vemirandinê, 

Bi şewq û lehba xurt dibiriqe; 

Roj berî roavayî 

Hîn mezintir û pehintir dibe. 

Bi tenê em; însanê qels û reben 

Li ber mirinê, 

Hîn feqîr û belangaztir dibin, 

rojên xwe ên borî tînin bîra xwe, 

Û wan dihejmêrin; 

Ax û ofa dikin û didin girî… 

Ma rojên borî çine? 

Ma kengê hêjayî girîn û hêstir in? 

Rojek e, dîsa rojek e; 

Saetek e, dîsa saetek e; 

Yê ko tê mîna şev û roja borî ye. 

Carna êş û xebat û kêf û şahî; 

Carana ax û of û girîn; 

Carna di nav gul u gihê, 

Carna di nav ax û herî; 

Û dawî…. 

Şeva tarî bi ser me de tê…. 

Yên ko ji nezanî û timakariyxwe 

Dest davêjin salên berî û rojên borî 

Û wan roja di bîra xwe tînin 

Destê xwe vedikin û parsekiyê dikin; 

Wê bibînin… 

Emrê çûyî venagere; rizqê çûyî na ye dewsê; 

Wê seh bikin; 

Hêviya wan vala ye û mirada wan bê xeyr e. 

Jo bona min 

Ko tu cara rehê xwe erdê ne da 

Çûyîn; bê girîn û zehmet e; 

Ezê herim…. 

Mîna pelekî sivik 

Ko ba ji darê diweşîne…. 

Ezê herim bê ax û zarîn; 

Bê Şîn û girîn. 

Girîn û hêstir ji bona çi? 

Ezê herim! 

Mîna ba û ablîsokê, 

mîna av û ronahiyê…. 

Xwedê dilê min 

Li ser sindiyana jiyînê danî; 

Û bigirane û zomp^rn qehr û xweşiyê 

Lê da. 

Qehr û qîmeta saxiya min çi ye? 

Dilê min ji dinyayê sar bûye; 

Lê ez qedrê jiyîna xwe hêj digrim 

Heta ko bikarim 

Li ser rêka hêja bimirim; 

Xwe bidim kuştin. 

Şeva tarî bi ser min de tê. 

Ez mêvanê gor û tirba me; 

Lê ez ê bistirêm!… 

Ko hêj dest û tiliyên min, 

ji darê tenbûra min sar ne bûne. 

Ezê bistirêm!.... 

Berî mirinê 

Ax û zarîn, şîn û girîn 

Ji bona çi ?... 

Ezê bistirêm! 

Ko hêj dest û tiliyên min 

Ji darê tenbûra min sar ne bûne. 

Ezê bistirêm! 

Strana azahî û serbestiya welatê xwe, 

Û dengê stran û tenbûra min 

Li çiya û zinara, 

Li deşt û zozana; 

Wê deng bide 


Celadet Alî Bedir-Xan 

Hawar : hêjmar 28 

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder