24 Kasım 2012 Cumartesi

Jana Seyda


Jana Seyda

Mistek baran
ji zivistana çavên xwe
bide min 
da îşev tîbûna umrê xwe
bi meya evîna te bişkînim 

Dayê
bêhna şewatê
ji lorînên te
dihatin
û Amûdê
weke pêteke agir
di payîzeke bêbext de
diçirisî 

Dema te dergûşa min
dihejand
bi hezaran hîv
li ber
rûyê te yê sipehî
xwardibûn
da rûyê te tenê
salên min
rohnî bike 

Bayê buhiştê ji singa te
difûriya
bi germahî
destare rojên min
digerand 

Min li çavên te dinerî
dema hêsir weke
du stêrkan
têde dibriqîn
û weke pêlên derya xwe digihandin
peravê
ne pêlan perav
ne hêsrên te
herikîn
tenê
tîpin wenda û tî ji dilêmin
niqûtîn 

Mistek baran
ji zivistana çavên xwe
bide min
da havîn ji dil
barbike 

Mistek baran
ji zivistana çavên xwe
bide min
da pê bi pêlan re
şerkim
nizanim çima pêl
evîna te
dertînin
ez jî îşev
li ser vê
qûma sar westa
û bêkesim
tenê dayê
evîna te
û
derya
bi minre bêxwewin 

Jana Seyda

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder