24 Kasım 2012 Cumartesi

Heme Omer Osman-Nimêjek Li Ber Baranê


                       Nimêjek Li Ber Baranê 

Va ye ewran dest û tiliyên xwe li hev alandin û
Li aliyê din î daristana gij a ewir..
Hetav wek çiraya koxikeke gund kêm û bêtîn e
Baranê jî lê kir… ew baran e? Yan xwîna spî..
Şirrika birîna ewrê jêr devê şûrê tûj î
Birûska şîn e?
*
Ax ez çendî mecnûnê jinekê me ji baranê be..
Perîzaya ba û bagerê be..
Ku ez ketim nava hibra guneh..
Min derîne û bide ber şapeya çavê hêsirjêbarî
Ku serab bû menzîla min..
Memikên xwe ji min re bike du kanî û
Porê xwe bike erzêleke mirwarî

Ev êvar jî heman êvara car ji caran bû..
Bejna min peykerê ca’deyeke li ber tavebaranê bû
Rêwiyekî got.. were jêr sîwana min
Min gotiyê, na hevalo.. min divê ew qasî biçûk bibim..
Heta dilopek bibe qebra min!
Jê kirî ez dîn im..
Ez jî bi saya asmanê nuqimbûyî di şîn û giryanê de
Deftera şilbûyî ya şiêrê me, her çend..
Herfên wê giş jê çûbin jî
Dilê min neşikest ji periya baranê..
Ez dihesidîm wan dilopan..
Ku li ser mil û stûyê keçikan şopa xwe dihiştin
Min ji xwe dipirsî.. çima hûrikhûrikiya baranê wek gerdeniyê nayê hûnan û
Çima wek baranê bi dest ve nayê?
Baran bi zimanekî dibêje dev navêje kesî
Baran gava ku hêrs dibe naçilmisîne gulê
Baranê di mîhraba dilê min de mûma nimêjê vêxistiye
Laşê min wek qeşayê ye.. hişê min jî ne li aliyê hetavê ye..
Li aliyê din î daristana gij a ewir..
Ku wek çiraya koxikeke gund kêm û bêtîn e
Baran xweş dike.. ew baran e? Yan xwîna spî..
Şirrika birîna ewrê jêr devê şûrê tûj î birûska şîn e?

Veguhestina ji Kurmanciya Jêrîn (Soranî): Osman Mehmed
Pêdaçûn: Kawa Nemir

Hejar-Tu Ji Kê Derê Yî



Tu Ji Kê Derê Yî

Ji Elezîz, Bedlîs û Mêrdînê,
Zaza û Miks û Kilîs û Efrînê,
Dersîm, Erzirom, Erzinganê,
Bayîzd û Sêrt û Wanê,
Meletê, Dorinde û Bostan,
Diyarbekir û Cizîra Botan,
Westan û Xozat û Palo,
Mûş û Colemêrg û Mako,
Gênc û Keyf û Sarîqamîş, 
Sêwreg û Dîlok û Mereş,
Amûdê û Dirbêsî û Şengal,
Ta Qamişlo û Serê Kaniyê,
Eskenderûn, Riha, Xarpêt,
Akrê, Mûsil, Emare û Kot,
Midyad, Amêdî, Duhok û Zaxo,
Kifrî, Kerkûk, Hewlêr û Ko, 
Rewandiz, Helepçe, Mendelî, Dûz û Xaneqîn,
Şarê Kurd, Sine, Hemedan,
Kirmanşah, Seqiz, Hawraman,
Serdeşt û Bane ta Eşno,
Ta Wurmî û Dileman û Xoy,
Negede û Şapûr û Selmas,
Li her du berê Ava Erez,
Miyandaw û Senendej, Bokan
Mahabad û Silêmanî,
Ev in cî û warên me Kurdan,
Ev in welatê me û kal û bavan.

Hejar (1920-1991)

Arjen Arî-Ji Kîşweran Payîz e Niha


                      Ji Kîşweran Payîz e Niha 


Sal him bi him zeman pîr dikin. 
Heyv li kevan e geh, geh roj li ava 
Bi kêlî û saet, bi roj û şev, bi av û hewa 
Dem kal, ez pîrekal, zeman lal... 
Delalê, ji kîşweran payîz e niha! 

Payîz e, dem dê xwe veguhere guherek din 
Kêlî ê nepirsin ji te bo bibin saet 
Û roj dê raneweste li te bo nebe şev; 
Roj derew, şev derew, zeman nakeve xew... 
Demsal e... ji kîşweran payîz e niha 

Siltanê herwext e, kî ye ne hêsîrê zeman 
Qurteke av in kêlî, jiyîn hilmek e bêguman 
Aveke li herik e her çem, ber bi derya mirinê ve 
Ne serî ne binî bi hemînî diherikî li vê 
Çemek dimiçiqe herhal... ji kîşweran payîz e niha! 

Li xwe vegerî, pelên katjimêrê bidî hev 
Deh cild roj, deh cild şev dê bêne ser hev! 
Li şûna temenekê tu ê çi bikî ji tomarek pel? 
Rûnî bisojîni wan yeko yeko 
Tû ê temenê min û xwe bisotînî, 
T ê rojekê jî venegerînî ji zeman!


Pîremêrd-Kostê Nû


Kostê Nû


Dîsa wa kostê nû kete nava me,
Li gera gerdûnê Kurd girtine,
Ev du dar term e du nêreşêr,
Zincîrkirî anîne vir,
Di riya me de, wan xwe fîda kir,
Navê bilind bo xwe derkir,
Ew peta li milên wan xistî,
Ew xeniqandin, lê pet qetî,
Pilingê hingirî bihilmettir,
Gol çendî kûr be, sobekarî tê de xweş be,
Wiha ji me re dibêje dev bi kenîn,
Me ruhê xwe fîda kir, hûn pê bijîn,
Van cotên sêr î delîr î şêrze,
Di dîrokê de, navê wan berz e,
Qet bo wan navê kefen û def û şîn,
Govan in, di dilê me de dijîn.

Pîremêrd (1868 - 1950)

Şêrko Bêkes: Jimartin



Jimartin

Eger karibî
guliyên vî baxî
yek bi yek bijmêrî!
Eger karibî
hemû masiyên gir û hûr
yên nava çemê pêşberî xwe
bijmêrî!
Eger karibî
dema koçberiya teyran
yên ber bi jêr û ber bi jor ve
yên ber bi jor û ber bi jêr ve
yek bi yek bijmêrî
wê demê ez jî soz didim
heçî qurbanên
vê axa şîrîn ya Kurdistan
yek bi yek bo te dijmêrim.

Cigerxwîn-Çavreşa Min


Çavreşa Min

Şêrîn û çavreşa min, gelek delal e dîlber,
Ya Reb çi şox û şeng e, ciwan û rind û nûber.
Narîn û bînxweş û geş, qibla me aşiqan e,
Letîf û zehre-sîma şepal e wek gula zer.
Sîne çi gewr û boz e berdane ser du fincan,
Sed heyf û sed mixabin destê çepel herin ser.
Çen gewher û diran-zêr şekir ji dev dibarî,
Di guh de zerguhar im, gerden belor û mermer.
Çavên nekilkirî, reş xweya ye poz bilind e,
Rû pût û lat û mabût zilfên siyah du ejder.
Weqs û qezeh du ebrû bisk û kezî ji maran,
Runiştî textê Dara taca keyan li ser ser.
Bi Ehreman nizanim, pesnê wê ez çi bêjim,
Pûtxane pû ji bo min, min ser keşî li hember.
Yarê te ez Cegerxwîn, bêdîn kirim, kirim dîn,
Miftî ez im di eşqê, rabe bikuj bi xençer.
Cigerxwîn

Cigerxwîn-Keça Kurd


Keça Kurd
Keçê rabe serî hilde divê çaxê weha nabî
Binêr jin çûne ezmana, heta kengî di xewda bî?
Dixwazim zû bixwênî xweş, ji ser rû rakî çara reş
Tu gavan pêş de bavêjî, wekî: Andêra û benda bî
Çine ev çarik û pêçî, di rexta de xwe rapêçî
Bi destê te kelaşînkof, bera zana û xwenda bî
Ji dijmin re tu mêrku bî, di hindur de tu paqij bî
Ne xav û bê xuy û rij bî, meger çendan li gunda bî
Bere gundî û rencber bî, welatparêz û perwer bî
Sipî bî yan tu esmer bî, wekî fanos û finda bî
Wekî findê dikî ronî, li bajêr yan li gund rûnî
Diya şêr û pilinga bî, hevala ser bilinda bî
Erê şoxê, erê şengê, bi hevre em herin cen
Girêdayî hata kengî, bimênî, dil û winda bî?
Dixwazim ko wekî min bî, bi dijmin re tu dijmin bî
Di cengê de wekî cin bî, ne rengê bûm û kunda bî
Were xuşkê tu zû rabe, di şer de rengê şêra be
Bera Ala meya rengîn, li ser şaxan te hilda bî
Di rojên şahî û cejnê, binêrim ez li wê bejnê
Bi hevre em herin dansê, tu padîşahê rinda bî
Şirîn û nazik û rind bî, şeker lêv û sipî zend bî
Were em hev bikin hembêz, bere fetwa xwe min da bî
Keça zana û jêhatî, bibe partî-Dîmoqratî
Bere dîsa tu şêrîna dilê xorta û Seyda bî
Cigerxwîn